1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Aloziya li Liceyê zêde dibe
Aloziya li Liceyê zêde dibe,aloziya,li,liceyê,zêde,dibe

Aloziya li Liceyê zêde dibe

A+ A-

LICE 30.05.2014 ANF Gelê Liceyê ku bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqolan û operasyonan bi hefteyan çalakiyan lidar dixe, îro danê sibê rastî êrîşa yekîneyên taybet rast hat. Li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. BDP û HDP'yî çûn cihê bûyerê, dikandaran derabeyên xwe venekirn û şêniyên navçeyê berê xwe da qada pevçûnê.

Li Liceyê, ji meha Nîsanê û vir ve li dijî çêkirina qereqol-kalekol û operasyonên leşkerî çalakî tên lidarxistin. Destpêkê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Lê belê ji ber ku desthilatdariya AKP'ê xwe ker kir û serî li dijwariyê da, gelê Liceyê li dijî çêkirina qereqol û bendavan rêya navbera Amed-Liceyê li trafîkê girt û berxwedana xwe mezintir kir.

Lê belê ji ber destwerdana leşkerên ku AKP şand herêmê, pevçûn derketin û bi rojan dewam kirin. Gelê ku di berxwedana xwe de biryardar e, bi konên li 4 nuqteyên cuda yên li ser rê vedan re dixwaze pêvajoya diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin tavilê veguhere pêvajoya muzakereyê, li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, çêkirina qereqol-kalekol werin rawestandin û dawî li keşfên leşkerî bê anîn.

ARTÊŞA TIRK LEZ DA ÇÊKIRINA QEREQOLAN

Artêşa Tirk, pozîsyona agirbestê ya li ser banga Ocalan a Adara 2013'an hat destpêkirin ji xwe re firsend dît, lez da çêkirina qereqol-kalekolan. Xebatên çêkirina kalekolan li gecel herêmên din ên Kurdistanê jî destpê kirin. Li gorî daneyên sala 2012'an li Bakurê Kurdistanê hezar û 300 qereqol hebûn. Li gorî protokolên Fermandariya Giştî ya Jendermeyan bi TOKÎ re kir, di nava sala 2013'an de nêzî 341 qereqol li van hatin zêdekirin. Bi rengî, xeta sînor jî di nav de hejmara qereqolên li Bakurê Kurdistanê hezar û 600 derbas kir.

Bi tenê li herêma sînor a Şemzînanê 10 qereqolên nû hatin çêkirin. Li ser her girî qereqolek hat çêkirin û balkêş e ku navbera her qereqolê jî herî zêde 500 metre ye. Li Dêrsimê ji 52 bargehên leşkerî yên 5 kalekol, 16 qereqolên mobîl û 31 kûleyan, 22 jê hînê tên çêkirin. Beşeke mezin a kalekol û qereqolên mobîl ên projeya wan hatiye derxistin bi giranî wê li ser geliyên Mûnzûr û Pulumurê bên çêkirin.

LI LICEYÊ YEKÎNEYÊN TAYBET ÊRÎŞÎ GEL KIRIN

Li navçeya Amed Liceyê bi rojan e welatî li dijî qereqol-qeleqolên li herêmê tên çêkirin û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî pêvajoyê li ber xwe didin, serê sibê rastî êrîşa leşkeran a tund hatin.

Ber destê sibê tîmên taybet û gelek leşker li herêma Cellîk û herêma nêzî Qereqola Duru ya nêzî herêma welatî bi rojan e çalakiyê li dar dixin hatin bicihkirin. Di nav leşkerên li herêmê hatin bicihkirin de tîmên taybet ên ku duh ji Enqere anîn herêmê jî hebûn û li gel van yekîneyên leşkerên taybet ên ku ji Çewlîk û Mêrdînê sewqî herêmê hatin kirin jî cih digirtin.

Leşker û tîmên taybet qada welatî lê çalakiyê li dar dixin dorpêçkirin û pişt re bi dehan TOMA, wesayîtên zirxî, ava şid û bombeyên gazê êrîş li welatiyan kirin. Ligel van leşker guleyên plastîk jî di êrîşê de bikar tîne.

Ciwan jî bi keviran, bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofan bersiva leşkeran dikin û pevçûn bi awayekî dijwar berdewam dikin. Hate hînbûn ku di dema mudaxeleyê de ji ber bombeyên deng hinek leşker birîndar bûn û hinek welatî ji ber bombeyên gazê, fîşekên plastîk birîndar bûn û ji gazê bi bandor bûn.

Di encama mudaxeleyê de welatiyên birîndar bûn û ji ber gazê bi bandor bûyîn ji ber ku di dorpêça leşkeran de ne nebirin nexweşxaneyê.

Di vê demê de komekî leşkeran ji bo riya Amed-Lîceyê vebikin xendekên hatin kolandin dest bi dagirtinê kirin.

Di vê navberê de destûr ji endamên çapemeniyê re nehat dayîn ku xwe bigihînin herêmê.

Ji qada kon lê hat vedan û rastî destwerdaneke tund hat, dûxan bilind dibe. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûna dema destwerdanê de, leşkeran wesayîta çalakgerekî dane ber agir.

BDP Û HDP'YÎ LI HERÊMA PEVÇÛNAN E

Li aliyê din, heyetek di nav de Parlamentara HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û rêveberên BDP'ê jî heyî, xwest biçe cihê bûyerê. Heyeta ku xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike li nêzî gundê Karazê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "Ewheliyê" hate rawestandin. Piştî heyet li vir demekê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin gihişt cihê bûyerê û bi welatiyan û rayedarên leşkerî re hevdîtin kir.

DIKANDARAN DERABERIYÊN XWE DAXISTIN, GEL DIHERIKE HERÊMÊ

Piştî serê sibê leşkeran êrîş li berxwedana gel a li navçeya Lîceyê ya Amedê ya li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan dabû destpêkirin kir pevçûn derketin.

Li herêmê niha dem dem pevçûn didomin û heyata HDP û BDP'ê jî li herêmê lêkolînan dikin.

Dikandarên navçeyê jî bi armanca şermezarkirina destwerdana leşkeran dikanên xwe venekirin.

Li navçeyê hemû dikan girtîne û welatî ber bi herêma pevçûnê ya Cellîkan ve diçin.


Bêjeyên Miftehî