Alîkariya ji bo Rojava didome
Ji bo malbatan kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, bi alîkariya BDP'ê û şaredariyê, kurdên ku li Sûriyeyê koçî Gundê Teznê yê girêdayî Şemrexa Mêrdînê kirine, alîkariya ji bo welatiyan didome. Ji bo malbatan kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Şaredar Hasîp Aktaş diyar kir ku ew bi derfetên xwe alîkariyê didin welatiyên ku li Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan koçî bajarê wan kirine.
Aktaş bang li gelê Kurdistanê kir ku xwedî li birayên xwe yên Rojava derkevin û ev tişt got: "Niha li rojavayê Kurdistanê jî gel di nava bêderfetiyê de dijî. Divê gelê me bi her awayî xwedî li gelê meyê Rojava derkeve. Ev berpirsiyariyek mirovahî ye." Aktaş herî dawî ji bo gelê Şermexê spasiyên xwe kir û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku gelê Şemrexê hemû derfetên xwe ji bo birayên xwe serferber kiriye.
(aw/mae)