1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Alîkariya kurdên Rûsya li penaberan tê belavkirin
Alîkariya kurdên Rûsya li penaberan tê belavkirin,alîkariya,kurdên,rûsya,li,penaberan,tê,belavkirin

Alîkariya kurdên Rûsya li penaberan tê belavkirin

A+ A-

ROJNEWS - PEYWEND KURDİ/HEWLÊR

Piştî ku şandeke kurdên Rûsyayê di nava kurdên Rûsyayê de alîkarî kom kir, niha ew şand li başûrê Kurdistanê ye û ji bo wê alîkariyê bigihîne penaberan. Endamekî wê şandê diyar kir ku di belavkirinê de ti cûdahiyê nakin.

Derbarê alîkariya hatî komkirin de, berpirsê rêxistina Mezopotamya ya kurdên Rûsyayê Refîq Reşoyan ji RojNewsê re wiha got: “Ez despêkê silavên kurdên Rûsya pêşkêşî herçar parçeyên Kurdistanê dikim. Em wekî rêxistina Mezopotamya hatine başûrê Kurdistanê. Me di nava kurdên Rûsya de gelek alîkarî kom kir, ji bo em wê alîkariyê bigihînin kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Lewra em li ser navê kurdên Rûsya û bi nûnertiya dû rêxistinan hatin başûrê Kurdistanê û ji bo vê alîkariyê bigihînin penaberan.”

Refîq Reşoyan wiha got: “Niha em di werza zivistanê de ne, sir û serma heye; ji ber vê yekê rewşa penaberan xirabe. Emê vê alîkariyê pêşkêşî rêxistinên ku peywendiyên wan bi belavkirina alîkariyê ve heye bikin û ji bo li penaberan belav bikin. Em dixwazin serdana piraniya kampên penaberan bikin, ji bo em rewşa wan ji nêz ve bibînin û bi raya giştî re parve bikin. Em hêvîdarin ku ev alîkariya me hinek pirsgirêkên penaberan çareser bike.”

Endamê şandê û berpirsê Civata Êzdiyan li Rûsya Andranî Reşoyan jî ji RojNewsê re wiha got: “Armanca hatina me gihandina alîkariya kurdên Rûsya ye ku ji bo penaberên kurd hatiye komkirin. Piştî gelê me rastî komkûjiyê hat, kurdên Rûsya jî hest bi wan pirsgirêk û êşan kir. Ji ber ku beriya 200 salan me jî ew nexweşî dîtiye, lewra me xwest ku alîkariya gelê xwe bikin û bibin sedemê çareserkirina hinek pirsgirêkên wan.”

Andranî Reşoyan di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Alîkariya ku me komkirî ji bo hemû penaberên kurd ên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyiye. Êzdî yan Misilman Xiristiyan an jî Asûrî be, ferq nake. Hemû jî penaberin û pirsgirêkên wan zêdene. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û em di parvekirinê de ti cûdahiyekê nakin.”