"Alîkariyê bidine me!"
Ji girtîgeha Şakranê name: Alîkariyê bidin me
DENÎZ TEKÎN/FERHAT ÇELİK Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ji ber pêkutiyên mafên mirovan, banga alîkarî û piştgiriyê kirin. Girtiyan bi nameyan pirsgirêkên li girtîgehê anîn ziman û destnîşan kirin ku her diçe zext û zordariya li ser girtiyan zêde dibe. Girtiyan, da zanîn ku girtiyan tazî dikin û girtiya 60 sali ya nexweş rastî lêdana gardiyanan hatiye. Girtiyan banga alîkariyê kir.
Girtîgeha Şakranê ya li navçeya Alîagayê ku di meha sibatê de deriye xwe li girtian vekir û gelek girtî bi sirgûniyê çûn wir, her tim bi binpêkirinê mafan dikeve rojevê. Li Girtîgeha Şakran a navçeya Alîaga ya Îzmîrê binpêkirinên mafên mirovan her diçe zêde dibin û dijwar dibin. Girtiyên li girtîgeha Şakranê heta niha gelek caran bi rêya parêzer, name û xizmên xwe serî li parazvanên mafên mirovan dan û bi nameyan rewşa xwe ji ajansa me DÎHA'yê re vegotin. Lê li gel bangên girtiyan û nûçeyên hatin çêkirin jî heta niha der barê rewşa girtiyan de ji aliyê hikûmet û rayedarên dewletê ve tu gav nehatine avêtin. Dijberî vê yekê binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe.
Li girtîgehê vê carê jî lêgerîna tazî û pêkanîna "rabe rûne" ya bêrûmet pêk tê. Li girtîgehê girtiyên jin ên nexweş di hucreyan de tên girtin û dema girtiyên jin diçin doktor, leşker ji odeya muaneyê dernakevin. Pêkanînên li girtîgehê pêktên, pêkanînên li girtîgehên Ebu Garîp, Amed û Guantanamoyê tînin hişên mirovan. Girtiyên ku rastî pêkanînên li dijî mafên mirovan dan bi nameyan banga alîkariyê kirin û kirin hawar. Girtiyan, anîn ziman ku wekî serdema darbeya leşkerî li hemberî rayedaran dikevin rêzê û serdema Esat Oktay Yildiran dubare dibe. Girtiyan, anîn ziman ku hem îşkenceya fîzîkî û hem jî îşkenceya derûnî her ku diçe li ser wan zêde dibe.
'Rûmeta me tê binpêkirin'
Girtiya Şakranê Nuriye Erim, bi naneya ku ji xizmê xwe re şand, anî ziman ku bi taybeti zext û zordariya li ser girtiyên jin zêdetir e û wiha got: "Ez 45 roj berê ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Şakranê hatim kirin. Hevsere min li derve jiyana xwe ji dest da û kurekî min jî li Rihayê Girtî ye. 2 zarokên min ên 10 û 12 salî hene. lê kesê li wan binere tune. Dema ku ez anîm Şakranê ez pir û rût tazî kirim. Min ji gardiyanan re got ez di temenê dayika we deme. Hûn şerm nakin min tazî dikin. Lê dîsa gardiyanan ez bi zorê tazî kirim. Dîsa gefa 'Ger ku tu xwe tazî neke em dê bi zora leşkeran te tazî bikin' li min xwarin. Gardiyanan hem neheqî li min kirin û hem jî li min dan. Ez bi zore di x-rayê re derbas kirim. Pî û milê min reş û şîn bûn. Ji ber ku rûmeta me hate kişandin û em rasti pêkanînên dijmirovahî hatin min serlêdana sûc kir."
Girtîgehê zaroka 4 salî ji dayikê wê qetandin
Girtiyan di nameyê de anîn ziman ku girtiya bi navê Gulfer jî li gel zaroka wê ya 4 salî ji Girtîgeha Burdurê anîn Şakranê û li Şakranê zaroka wê bi zorê ji wê girtin. Dayika zaroka 4 salî Gulfer jî anî ziman ku dema ew sewqî girtîgehê kirin gotin 'Em zarokan hilnadin girtîgehê' û zaroka wê bi zorê ji wê girtin û wiha got: "Rayedarên girtîgehê zarokê min ê 4 salî bi zorê ji min girtin û şandin cem xizmê min ê li Îzmirê. Li gel ku di rêziknameya girtîgehê de tê gotin 'Zarokên pişti 6 salî ji aliyê ewlehiyê de dibin pirsgirêk hilgirtina wağn a girtîgehê nayê qebûl kirin' û kurê min hêj 4 salî ye jî dîsa zarokê min ji min girin.
Girtiya bi navê Turkan Îpek jî anî ziman ku rastî cezayê muebetê hatiye û bi zorê di yek hucreyê de tê girtin. Îpek, anî ziman ku ji ber nexweş e rojê 3 caran ji ser xwe diçe û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bibîne.
'Girtiyên nivîşkan jî girtî ne' Jinan di nameyên xwe de anîn ziman ku girtiyên ji aliyê fîzîkî û aqilên xwe de nivişkan in jî li girtîgehê tên girtin û daxwazên girtiyan nayên bersivandin.
'Pêkanênên Esat Oktay Yildiran dubare dibin
Girtiyê bi navê Kasim Demir jî anî ziman ku gardiyanê bi navê Ferit rolê Esat Oktay Yildiran dilîze û pêkanînên darbeya leşkeri ya 12'ê Îlonê li Şakranê dubare dibin. Demîr, da zanin ku girtiyê 60 salî Îdris Erinç ku dilê wî bi pîyan dixebite jî rastî lêdanê hatiye û wiha got: "Girtiyê 60 salî Erînç 5 rojan di hucreyê de ma û rastî lêdana gartiyanan hat. 9 girtiyên ku anîn Şakranê tazî kirin û girtiyên li hemberî vê pêkanînê hatin rastî ledanê hatin. 34 girtiyen ku li Girtîgeha T2 dimîni ji ber van pêkanînan dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Girtiya bi navê Halime Demîr jî nameyek şand û bal kişand ser heman pirsgirêkan. Girtiyan, destnîşan kir ku di girtîgeha T1 û T2 yên Şakranê de nameyên wan tên desteserkirin. Girtiyan, destnîşan kir ku wan serî li dozger, komîsyona mafên mirovan û Midûriyeta Giştî ya Girtîhan daye, lê heta niha tu encam bi dest nexistine.
Rayedarên girtîgehê jî der barê îdîayan de agahî nedan
(mae)