Alîkariyên ji bo Kobanê tên astengkirin - VIDEO
Piştî serketina berxwedana li ser navê mirovahiyê li Kobanê hat meşandin, vegera li bajêr dewam dike. Lê belê alîkariya tê şandin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê astengkirin. Ev astengî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya sivîlan dike
RIHA - ANF
https://www.youtube.com/watch?v=8E8e79Sxik4
Piştî serketina berxwedana li ser navê mirovahiyê li Kobanê hat meşandin, vegera li bajêr dewam dike. Lê belê alîkariya ji bo pêwîstiyên lezgîn ên rojane ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê astengkirin. Ev astengî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya sivîlan dike.
Koordînasyona ji şaredarî û saziyan a ji bo alîkariya însanî ya ji bo Kobanê da xuyakirin ku alîkarî bi mehan li ser sînor bi awayekî kêfî tê sekinandin û alîkariya di sînore re tê derbaskirin jî dewrî AFAD'ê tê kirin û bi vî rengî tê xwestin di ser AFAD'ê re were meşandin.
Ava vexwarinê, pêwîstiyên binesazî û xwarinê yên ji bo Kobanê di ser Pirsûsê re tê derbaskirin. Lê belê ji ber ku ev alîkarî li ser sînor tê astengkirin an jî bi derengî tên şandin, gelê li bajêr zor û zehmetiyeke mezin dikişîne. Li Kobanê ya ji zêdeyî 100 hezar kesî, 40 wesayîtên rêveberiyên herêmî hewl didin bi lez û bez enqazê li kolanan rakin û rêyan vekin. Ji bo alîkariya însanî bigihêje Kobanê û herî dereng heta meha Îlonê pirsgirêka stargehê bê çareserkirin Koordînasyona Kobanê banga alîkariya lezgîn kir.
'DEWLET DEST DATÎNE SER ALÎKARIYÊN NAVNETEWEYÎ'
Ji Şêwirmendên Şaredariya Pirsûsê Narîn Gezgor da xuyakirin ku korîdora alîkariya însanî bi ewraqên burokratîk tê xetimandin û anî ziman ku alîkarî ji nifûsa ku timî zêde dibe re nabe bersiv.
Gezgor got, "Kobanê demeke gelekî zehmet jiya û rewşa li vê derê ji aliyê tevahiya cîhanê ve hat dîtin. Dihat xwestin ku komkujiyek, hovîtiyek bihata kirin. Bi berxwedana gelan re ev pêvajo ji holê hat rairin" û destnîşan kir ku pêvajoya niha jî gelekî girîng e. Gezgor bal kişand ser rola girîng a alîkariya navneteweyî û got, "Lê belê dema mirov li polîtîkayên dewleta Tirk dinêrin, tê dîtin ku di dema dawî bend daniye pêşiya alîkariyên navneteweyî. Li ser navê Şaredariya Pirsûsê em ji roja destpêkê heta niha xebatên dîplomatîk meşandine."
'MAMAYÊ BEBEKAN Û ŞÎR JÎ DI NAV DE ALÎKARIYA JI 14 TIR'AN LI SER SÎNOR TÊ SEKINANDIN'
Gezgor anî ziman ku ji ber rêvebernameyên dewletê li ser sînor û gumrukan 14 TIR ji barê alîkariyê tên sekinandin û got, "Dewlet bi rêvebernameyan re alîkariya li qada navneteweyî di ser Şaredariya me re ji Kobanê tê şandin, hewl dide asteng bike. Rêvebernameyek derxist ku li gorî vê yekê divê hemû alîkariyên bê yekser radestî AFAD'ê were kirin û bi însiyatîfa AFAD'ê teslîmî şaredariya me bê kirin. Û ev rêvebername ji şaredariya me re şand. Ji ber ku heta niha AFAD'ê ti teahûdname nedaye me em nikarin alîkariyê radest bikin. Piraniya alîkariya niha li ser sînor hatiye sekinandin derman, mamayê bebekan, kincên jin û zarokan e. Hemû alîkariyên divê were, li deriyên gumrukan li depoyan hatine bicihkirin."
BERSIV JI PÊWÎSTIYÊN LEZGÎN RE NAYÊ DAYÎN
Gezgor diyar kir ku piştî îlana xweseriyê li Kobanê binesazî û şebekeya avê hatiye nûkirin û got, "Lê belê ji ber bombebarana hewayî û êrîşên DAIŞ'ê, piraniya van hilweşiyane. Bi taybetî, ji ber ku herêmên çavkaniyên avê lê ne di destê DAIŞ'ê de ne, gel ji aliyê avê ve bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Wekî din ji ber bombebaran hewayî kanalîzasyon hilweşaiya ye, elektrîk bi qasî tineye, kêm e. Ji ber ku rojê çar saetan, jeneratoriyên bi alîkariya mazotê ya di ser Tirkiykeyê re tê şandin, elektrîkê dide gel. Ji ber vê yekê pêwîstiya gela gelê me yê li Kobanê bi awayekî cidî bi alîkariyê heye. Alîkariya xwarinê, alavên paqijiyê, şîr, mama, kinc û pêlavên jin û zarokan pêwîstiyên sereke ne. Ji bilî vê pêwîstî bi hemû erzaqan heye. Ji bo avakirina Koanê pêwîstî bi çîmento, hesin, tûxle û hwd. heye."
JI BO KORÎDORA ALÎKARIYA BANGA LEZGÎN
Gezgor da xuyakirin ku di rewşa heyî de bi qasî 100 hezar Kobaniyî li Pirsûs û wargehên li derdorê dijîn û got, "Bi berxwedaneke dikare ji tevahiya cîhanê re bibe mînak re Kobanê hat azadkirin. Bi taybetî divê tevahiya cîhanê di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Bi korîdoreke alîkariyê ya jib o Kobanê re, divê alîkariya navneteweyî bi lez û bez bigihêje Kobanê."