1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Alîkarî Ji Bo Kurdên Rojava"
"Alîkarî Ji Bo Kurdên Rojava",alîkarî,ji,bo,kurdên,rojava

"Alîkarî Ji Bo Kurdên Rojava"

Xebatên Komkirina Alîkarî Ji Bo Kurdên Rojava Berdewam dikin

A+ A-

ALÎ DAGLI

Bi mebesta komkirina alikariya ji bo kurdê Rojava, li Başurê Kürdistanê bajarê Sulêmanî, li gel garaj ê Şarezor ji aliyê Koma Komkirina Alîkarî ji bo Kurdên Rojava 2 konê alîkariyedin hate vedan. Ev demeke ku ji aliye Koma Komkirina Alîkarî ji bo Kurdên Rojava kampanyen komkirina alikariye hatiye despêkirin. Endamê Komê Perwin Aziz daxuyand ku Kurdên Rojava ev demeke di nava şert û mercen zorda jiyan dikin û wiha got: "Me wek xalkên Sulemanî xwest bi riheki berpirseyari alikari bidin Kurden Rojava. Ev guruba ku hatiye avakirin ji nunerên partî, saziyên sîvîl û ji welatiyan pêk tê. Ev kampanya demeke despekiriye û em dikarin bibejin ku heya neha ji aliyê gelê Sulemaniyê ve rastî eleqeyek baş hatiye. Daxwaza me ewe ku hin behtir li vê kampanyayê xwedi derkevin. Ji ber vê yeke divê her kurdek bi rihekî neteweyî tevbigerin û alikari bide kurdên Rojava. Em bi hevîne ku alîkariyê bigînin destê welatiyên xwe yên Kurdên Rojava.

Endamê komê Wahap Ahmet jî da zanîn ku armanca kampanyayê alîkariyê bidin kurdan û û wiha axivî: "Alikariyên ku em komdikin hîn bêhtîr ji erzaq pêk tê. Lê em dê di pêşerojê de alavên wek cil pelav û battaniyan jî kom bikin. Em pir sipas dikin ji kesên dinav vê kampanyê de cih digrin û kesên bi riheki netewî ten alikariye didin. Em gelê Sulemanî herdem hazirin ji bo alikari dayina Kurdên Rojava. Daxwaza me ewe ku Ragihandina Sulemanî bal bikşine ser van xabatên alikari komkirinê." Ahmet, da zanîn ku xabatênwan berdewamin û bangewazî kir ku her Kurdek alikari bide Kurdên Rojava.

(mae)


Bêjeyên Miftehî