1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Amadekariyên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholmê dewam dikin
Amadekariyên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholmê dewam dikin,amadekariyên,2,festîvala,fîlmên,kurdî,ya,stockholmê,dewam,dikin

Amadekariyên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholmê dewam dikin

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRI - STOKCHOLM 15.10.2013 07:40:10 Ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn, ji bo 2. Festîvala Fîlmên Kurd a li Stockholmê di nava xebat û amadekariyeke berfireh den e. Ji bo festîvala îsal serketî derbas bibe, civîn tên lidarxistin, ezmûnên par tên nirxandin û ji bo festîval ji girseyên mezin were ragihandin û beşdariyeke xurt çê bibe, komên xebatên tên avakirin.

Amadekara festîvalê Sîdar Yîgît da xuyakirin, tevî ku wan par yekem car festîval lidar xistin jî, hem Kurdan hem jî Swêdiyan pêwendiyeke mezin nîşan dane, festîvalê di çapemeniya Swêdê de cih girtiye û vê yekê moralê wan zêde kiriye. Yîgît diyar kir ku ji ber vê yekê wan biryar dane festîvala îsal li du salonên sînemaya Zîta ya li navenda Stockholmê pêk bînin û hîn bêtir fîlmên Kurdan nîşan bidin.

DI FESTÎVALÊ DE WÊ HEMÛ ZARAVAYÊN KURDÎ BÊN TEMSÎLKIRIN

Yîgît ragihand ku di festîvalê de wê cih bidin fîlmên bi hemû zaravayên Kurdî hatine kişandin û got, "Par hîn bêtir fîlmên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî hatin nîşandan. Em hewl didin îsal bi awayekî wekhev cih bidin hemû zaravayan. Ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dê gelek fîlm werin. Ji bo ku em hevsengiyê pêk bînin, em hewl didin ji Bakurê Kurdistanê jî bi heman hejmarî fîlman bînin."

Yîgît anî ziman ku wan bi gelek derhênerên Kurd ên li Tirkiyê re têkilî danîne, lê belê ji ber ku li Tirkiyê gelek festîvalên fîlman hene, wan hînê diyar nekirina ka kîjan fîlm wê werin. Yîgît ragihand ku dê di dawiya meha Mijdarê de bernameya festîvalê diyar bibe û ewê bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re aşkera bikin. Yîgît diyar kir ku mîna par ewê îsal jî derhêneran dawetî Stockholmê bikin û derxînin pêşberî temaşevanan.

Yîgît da xuyakirin ku ew bawer e festîvala fîlman dê çanda Kurdan û rastiya Kurdistanê ji civaka Swêdê re baştir ragihîne û di navbera her du çandan de bibe mîna pirekê û got, "Îsal bi taybetî em dixwazin Swêdiyan û koçberên ji welatên din hatine beşdarî festîvala fîlman bikin. Em dixwazin jiyan, kevneşopî û têkoşîna Kurdan ji wan re ragihînin."

SERKETINA FÎLMÊ KURD, ENCAMA TÊKOŞÎNÊ YE

Yîgît ragihand ku fîlmên Kurd hem li Tirkiyê hem jî li festîvalên navneteweyî serketinên mezin bi dest dixin, beriya niha 10-12 salan ji ber ku diyar kir ku ewê bi Kurdî stranê bêje Ahmet Kaya hatiye lînçkirin, lê di rewşa heyî de li Antalyayê jî fîlmên Kurd xelatan qezenç dikin û got, "Ev hemû, encama têkoşîna gelê Kurd e. Ji bo pêkhatina vê, gelê Kurd û rewşenbîrên wê berdêl dan, hînê jî didin. Îro di doza KCK'ê de yek ji bi hezaran siyasetmedar û rewşenbîran, derhênerek jî heye ku em wî nas dikin."

GIRÎNGE ROJAVA DI FESTÎVALÊ DE BÊ TEMSÎLKIRIN

Yîgît anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê bûyerên dîrokî diqewimin, ji bo gelê Kurd pêşeroja xwe diyar bike rabûye ser piyan, lewma girîng e fîlmên li Rojava hatine çêkirin di festîvalê de bên nîşandan. Yîgît da xuyakirin ku wan bi derhênerên ciwan ên li Rojava re têkilî danîne, lê belê zehmetiyan dikşînin ku fîlmên wan derxînin derveyî Rojava. Yîgît got, eger pêwîst bike ewê ji bo anîna fîlman, hin kesan bişînin Rojava.

LI DERHÊNERÊN JI BAKURÊ KURDISTANÊ BANGA BEŞDARIYA LI FESTÎVALÊ

Ji bo derhêneran dema serlêdana festîvalê di 1'ê Mijdarê de diqede. Yîgît bi taybetî bang li derhênerên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê kir ku beşdarî festîvalê bibin û pîvanên ji bo beşdariyê wiha rêz kir: "Ya yekemîn, mijara fîlm dê Kurd an jî Kurdistan be. Ya duyemîn; divê derhêner Kurd be, ya sêyemîn; divê fîlm li Kurdistanê hatibe kişandin. Lê belê fîlmên derhênerên Kurd ên li derveyî Kurdistanê kişandine jî, dê karibe li festîvalê bên temsîlkirin."

Navnîşana ji bo pêwendiya li gel Festîvala Fîlmên Kurd li Stockholmê: [email protected]