1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amadekariyên ji nû ve avakirina KNK’ê dest pê kir
Amadekariyên ji nû ve avakirina KNK’ê dest pê kir,amadekariyên,ji,nû,ve,avakirina,knk,ê,dest,pê,kir

Amadekariyên ji nû ve avakirina KNK’ê dest pê kir

A+ A-

08:38 03.04.2014

WEHBÎ DEMÎR

HEWLÊR (DÎHA) – Heyeta KNK’ê serdana Herêma Kurdistanê kir. Di serdanê de bi endamên xwe yên partî, rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe yên Heremê re civiya û nîqaşên amadekariyên ji nû ve avakirina KNK’ê hatin kirin. Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Rojan Hazim da zanîn ku, dê di civata giştî de, di peyman, peyrev û sîstema xwe de reformasyonê pêk bînin.

Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Herêma Kurdistanê ziyaret kir. Heyetê di çarçoveya ji nû ve amadekirina pêkhateya xwe de îro li nûnertiya KNK’ê a li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr bi partî, rêkxistinên civakî û kesayetên serbixwe re yên di nav KNK’ê de cih digrin civînek pêkanî. Di civînê de bi awayek berfireh li ser xebatên KNK’ê û ji nû ve avakirina sîstema wê ve nîqaş hatin kirin. Civîn ji aliyê Endamê Konseya Rêveber yê KNK’ê RojanHazim ve hat kirin.

Têkildarî civînê, xebat û amadekariyên ji nû ve avakirina KNK’ê, Endamê Konseya Rêber ya KNK’ê RojanHazim ji ajansa DÎHA’yê re axivî. Hazim da zanîn kû, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji aliyê bîr û raya giştî ya Kurdistanê ve baş tê zanîn û baş tê naskirin. Ji destpêkê de kar, xebat, plan û projeyên netewî di pratîkê de bikartîne, bicihtîne. Gotinên xwe wiha rêz kir; “Di vî warî de li ser hemû beşên Kurdistanê radiweste, herwiha bi dem û dezgahên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe yên demokrat di nava têkiliyan de ye. Li ser bingehê avakirina yeketiya netewî danûstaninan pêktîne. Li seranserê Kurdistanê û dîasporayê şêwir û nîqaşên netewî salane yan jî şeş mehan carekê pêktîne, da kû bîr û raya giştî, welatî ya Kurdistanê germ û geç bigre. Dîtinên hevpar û netewî komî ser hev bike, di vî warî de helwesteke hevbeş ya netewî û nîştîmanî amade bike.” Herwiha Hazim têkildarî serdana heyeta wan ya Herêmê dîtinên xwe wiha anî ziman; “Bi vê bûneyê heyeta KNK’ê serdana Herêma Kurdistanê kir. weke her car li gel hemû dînamîkên netewî û nîştîmanî yên Kurdistanê emê hevdîtinan pêkbînîn û bitaybetî jî îsal 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê KNK şêwîra netewî kom dike. Wê civata giştî pêkbê. Di vê civata giştî de armanca me ya mezin ewe kû em di aliyê peyman, peyrev û struktura KNK’ê ve reformasyonek mezin emê çêbikîn. Em dixwazîn KNK’ê di hemû aliyan de nû bikîn, dinamiktir bikîn, da kû nûnertiyek bilind ya netewî û nîştîmanî di nava KNK’ê de pêkbê. Kar û xebatên li Kurdistanê zêdene. Em bawer dikîn hemû dînamîkên netewî di vî warî de çi rola dikeve ser milê wan kêm zêde tînin cih. Lê dixwazin kar û xebatên li seranserê Kurdistanê û dîasporayê tên kirin bi koordînetir û birêkûpêk tir bidin kirin. Di aliyê dîplomasiyê de jî bi heman şêweyî em dixwazîn xebatên xwe pêş bixîn.”

Hazim wiha pêde çû; “Di serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê de, em bi endamên xwe re civiyane û nîqaşên ji bo vê reformasyon û organizasyona mezin a KNK’ê pêktînîn. Ji xwe li Ewrûpayê jî dîtin û nêrînên endamên me di vî alî de hatine wergirtin, hevbîriyek mezin pêkhatiye kû divê KNK’ê berfireh kirin, xurt tir kirin di hemû waran de.” Di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina her sê kantonên Rojava, Hazim hestên xwe wiha anî ziman; “Li gel vê yekê gelek pêşketinên nû li Kurdistanê çêdibin. Li Kurdistana me ya Rojava sîstemek nû ya xweseriyê pêkhatiye. Kurdên me yên Rojava li gorî pêwîstiya xwe modelek nû wekî kantonan a xweseriya demokratîk avakirine. Em weke KNK dixwazîn di hemû waran de piştgiriyê bidîn kantonan. Bi vê bûneyê KNK’ê biryar daye bûroya xwe li paytexta kantonên Rojavayê Kurdistanê Qamîşlo veke. Heyetek bilind a KNK’ê li gel endamên xwe yên Başûr jî di nav de emê biçin serdana kantonên Rojava. Emê di serdana xwe de, hem bûroya xwe vekîn û hem jî bi hemû dînamîkên netewî yên Rojava re têkiliyên xwe pêşbixîn kû, hem destkeftî bên parastin hem jî destkeftiyên Rojava bên zêdekirin.” Hazim balkêşand ser cıvata giştî ya KNK’ê kû wê di dawiya meha Gulanê de li Brûkselê bê li darxistin û wiha got; “Bele di rewşa heyî de bi endaman re em di nava danûstandin û nîqaşên berfireh de ne. Di vî warî de bîr û hizrên gelek xurt derketine pêş. Bi amadekariyek mezin emê di peyman û peyrevên sîstema KNK’ê de emê nûkirinek bingehîn pêkbînîn. Di civata giştî ya kû di 31’ê Gulanê – 1’ê Hezîranê de kû wê li Brûkselê pêkwere. Em dixwazîn civata giştî ya Brûkselê bikîn navenda nîqaş û şêwirek mezin ya netewî, nîştîmanî ya Kurd û Kurdistanê. Emê bi rengekê nû, bi pêngavek nû KNK’ê mezin bikîn kû, bibe bersiva hemû pêwîstiyên netewî û nîştîmanî.”

Di dawiya axaftina xwe de Hazim dîtinên xwe yên li ser pêkhateya KNK’ê wiha anî ziman; “dema kû me ev reformasyon di nav KNK’ê de çêkir wê bibe xwediyê nûnertiya bilind a netewî. Ji ber kû KNK tenê ne pêkhateyek a ji bo Kurdane, ya Kurdistanî ye. Li Kurdistanê gelek komên gel yên etnîk hene. Lewra KNK di heman demê de van kêm netewên Kurdistanî jî digre nava xwe. Ji ber vê jî hem di aliyê sîstemê de hem jî di aliyê sîstema rêveberiyê ve wê guhertinên kûr bên pêkanîn.”

(wd/mae)