Amadekariyên merasima ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla didome
Tê payîn ku cenazeyên 3 jinên siyasetmedar yên kurd kul i Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin roja çarşemê bînin Amedê.
A+
A-
Tê payîn ku cenazeyên 3 jinên siyasetmedar yên kurd kul i Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin roja çarşemê bînin Amedê. Li Amedê dê merasîma cenazê pêk were û piştre jî dê li Dersîm, Elbîstan û Mersînê bispêrin.
Li Amedê ji bo hatine cenazeyên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez amadekarî didomin. Li Parîsê piştî ku prosedurên qanûnî temam bibin dê cenaze roja çarşemê li Amedê bin.
Li Stenbolê bi balafirê dê cenazeyan bînin Amedê. Qada Batikentê dê ji bo 3 siyasetmedarên kurd merasîm pêk were.
Piştî merasîmê dê cenazeyên Sakîne Cansiz bişînin Dersîmê, yê Fîdan Dogan bişînin Elbîstanê û ya Leyla Şaylemez jî bişînin Mersînê.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî amadekariyên,merasima,ji,bo,sakîne,fîdan,û,leyla,didome