1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amadekariyên Roja Aştiyê ya Cîhanê
Amadekariyên Roja Aştiyê ya Cîhanê,amadekariyên,roja,aştiyê,ya,cîhanê

Amadekariyên Roja Aştiyê ya Cîhanê

Stenbol amadekariyên Roja Aştiyê ya Cîhanê dike

A+ A-

Li Stenbolê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û gelek partiyên din ên siyasî û saziyên sivîl amadekariyên mitînga Roja Aştiyê ya Cîhanê dikin. Endamê Lijneya Rêvebera a HDK'ê Şamîl Altan, diyar kir ku ew li benda 100 hezaran in û wiha got: "Ev mitîng dê bi be nîşaneya pêvajoya, pêvajo dê ber bi aştiyê ve biçe an dê ber bi şer ve biçe. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî mitîngê bibin û li hemberî hikûmeta AKP'ê ya şerxwaz eniya aştiyê bi hêz bikin dikin."

HDK, KESK, TMMOB, TTB, ÎHD, ODP, Halkevlerî, TKP 1920 û gelek derdorên din ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman dê di 1'ê Îlonê de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bin. Komîteya Amedekar, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di çarçoveya xebatê mitîngê de xebatan dimeşînîn û dê di bin banê HDK'ê de li qadê bin. Endamê Lijneya Rêveber ê HDK'ê Şamîl Altan, anî ziman ku ew li benda 100 hezar kes bên qadê û wiha axivî: "Dema ku me vê çarê bang kir me negot, 'Em mitînga 1'ê Îlonê li darxin werin tevlî bibin' Me got werin em hemû bi hev re organîz bikin. Em biryara mitîngekî hevpar bikin girt." Altan, da zanîn ku ew dê li Qada Kadikoyê bi hêz banga aştiyê bikin û wiha got pê de çû: "Ji ber atmosfereke aştiyê tuneye em mitîngê di rojeke gelek girîng de li dar dixin."

'Em li bendêne kurd bi hêz tevlî bibin'

Altan, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em li Tirkiyeyê bi kurdên aştiyê dixwazin kesên bi rûmet re ji bo hemû daxwazên kesên tên tepisandin vebêjin li hev hatin. Em li bendêne ku kurd bi hêz bên qadê. Rêxistinêndin jî dê li qadê bin. Em dê li Kadikoyê bi sed hezaran mitîngekê li dar bixin."

'Em dixwazin hemû kes bê Kadikoyê'

Altan, da zanîn ku ew weke HDK meheke kampanyaya çareseriya demokratîk dimeşînin û wan kampanyaya xwe bi slogana "Mirin na çareserî pevçûn na muzakere" didin meşandin. Altan, da zanîn ku ew dixwazin hemû kes tevlî mitîngê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mitînga me ya aştiyê dê qedera pêvajiyê diyar bike. Mitînga me dê bibe nîşaneya pêvajo dê ber bi şer ve biçe an dê ber bi aştiyê ve biçe. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî mitîngê bibin û li hemberî hikûmeta AKP'ê ya şerxwaz eniya aştiyê bi hêz bikin dikin."

(bd)