1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amadekarên konferansê hatin Kobanê
Amadekarên konferansê hatin Kobanê,amadekarên,konferansê,hatin,kobanê

Amadekarên konferansê hatin Kobanê

A+ A-

KOBANÊ - Şandeyek ji komîteya Amadekar a Konferansa Kobanê ku dê li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê bê lidarxistin, ji bo nîqaşkirina amadekariyên konferasê serdana Kobanê kir.

Şandeya ku ji endamên Komîteya Amadekar a Konferansê Ercan Aslan û Hesen Husên pêk tê, ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Kobanê Enwer Muslim û Serokê Desteya Karê Derve Îbrahîm Kurdo ve hate pêşwazîkirin. Şande piştre derbasî navenda Meclîsa Rêveber bû û tevî Enwer Muslim, Îbrahîm Kurdo bi Cîgira Serokê Desteya Karên Derve Merwa Dirêî û 5 endezyarên ji herêmê re hevdîtin pêk anî.

Piştî civînê Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo agahî dan ANHA’yê û diyar kir ku wan di mijara beşdarbûna şandeyeke ji Kobanê ji Konfransa li Amedê re hin biryar girtine. Kurdo, da zanîn ku wan 2 komîte amade kirine û wiha dom kir: “Ya yekem ji 3 kesan (Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo, Cîgira wî Merwa Dirêî û Endamê Buroya Çapemeniyê ya Rêveberiya Herêmê Şêrzad Ebas) pêk tê û erka wê vexwendina rêxistin û saziyên siyasî ji her çar perçeyên Kurdistanê ji bo tevlêbûna konfransê ye. Komîteya duyem jî ji 5 endezyaran (Azad Hemî, Mehmûd Hemadê, Nezîr Mihmed, Ziyad Îbrahîm û Mustefa Îsmaîl) pêk tê û erka wan jî amadekirina raporekê li ser ziyanên ku herêmê ji ber şer dîtine ji bo pêşkêşî konfransê bikin e.”

Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo da zanîn ku armanca şandeyê ji vê serdanê ew e ku amadekariyên Rêveberiya herêmê yên ji bo konfransê zanibin û ev tişt gotin: “Komîteya amadekar li Amedê wê amadekariyên mîna diyarkirina cihê li darxistina konferasê û peydakirina pêdiviyên pêwîst pêk bîne.”

(ne/aq)

ANHA