Amadekarî didomin
Li Stenbol, Şirnex û Êlihê xebatên Newrozê berdewam dikin
Li Stenbolên xebatên mitîna Newrozê ya dê li Qada Qazliçeşmeyê pêk bê bi civînên gel berdewam dike. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu li Sultanbeyliyê tevlî civîna gel bû û wiha got: "Çi bibe bila bibe divê em tevlî cejna Newrozê ya li Qazliçeşmeyê bibin." Li Êlih û Şirnexê jî amadekariyên Newrozê berdewam dikin.
STENBOL
Li Stenbolê amadekariyên mitînga Newrozê ya dê di 18'ê adarê de li Qada Qazliçeşmeyê ya Zeytînburnuyê pêk bê berdewam dikin. Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu tevlî civîna gel a ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Sultanbeylî bû. Bi sedan welatî tevlî civîna gel bûn. Di salona civînê de pankrata "Em agiriyê azadiyê bi hev re hilbikin, Newroz pîroz be" hate daliqandin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sultanbeyliyê Subutay Açik, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Waliyê Stenbolê ya têkildarî Newrozê û wiha got: "Em biryara walît nasnakin. Em dê roja yekşemiyê li Qazliçeşmeyê bi heybet Newrozê pîroz bikin."
Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî diyar kir ku ew biryara walîtiyê nasnakin û wiha got: "Ji bo ku gelê kurd li hemberî tu kesî serê xwe netewînin Mazluman bendenên xwe dan ber agir. Di cejna Newrozê de gel bê cem hev govendê bigire dê çi zirarê bide dewletê. Bila hemû kes bi çand û zimanê xwe bijîn." Zenderlîoglu, bang li hemû kesî kir ku tevlî Newrozê bibin û wiha axivî: "Çi bibe bila bibe divê em tevlî cejna Newrozê ya li Qazliçeşmeyê bibin."
ÊLIH
Li Êlihê jî amadekariyên Newroza dê di 20'ê adarê de pêk bê bênavber berdewam dikin. Şevê din li taxa Petrolkentê li Mala Gel a Mehmet Sîncar civîna gel hate lidarxistin. Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata, Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergîn û gelek rêveber û welatî tevlî civînê bûn. Ji ber ku di salonê de cih nema Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata axaftina xwe derve kir.
'Navnîşanaya çareseriyê Îmraliye'
Ata, diyar kir ku gelê kurd navnîşaneya çareseriyê Îmraliya nîşanî hikûmeta AKP'ê da û wiha got: "Em dizanin ku di dîrokê de çi bi serê rêberên kurdan hat. Em Şêx Saîd û Seyîd Riza ji birînakin. Gelê kurd vê yekê dibîne û dibêje Rêberê Gelê Kurd ê li Îmraliyê serbest berdin. Em dizanin ku wan biryara şer girt. Ji ber wê yekê tecrîdê giran dikin. Divê di vê Newrozê de hemû gelê kurd bê cem hev û bêje 'em azadiya rêberê xwe dixwazin' Ji ber wê yekê em dê bêjin An azadî an azadî."
Piştî civînê bi sedan kesên derve agir hilkir û govend girtin.
ŞIRNEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî şevê din li gel barana dibarî Newroz hate pîrozkirin. Bi sedan welatî li taxa Yeniyê hatin cem hev û agir pêxistin û bi komên muzîkê yên herêmî govend girtin.
(bd)