1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amarîka li dijî referandûma Kurd e
Amarîka li dijî referandûma Kurd e,amarîka,li,dijî,referandûma,kurd,e

Amarîka li dijî referandûma Kurd e

A+ A-

WASHINGTON -DYA li dijî projeya referandûma ji bo serxwebûnê ya Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî derket û bang li hemû civakan kir ku li dijî gefa DAIŞ’ê bibin yek.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, roja pêncşemê li parlamentoya Hewlêrê axivî û diyar kir ku divê parlamenter jî li ser mafê tayînkirina qedera xwe dîroka referandûmê diyar bikin.

Lê Qesra Spî bang li Kurd, Şîa û Suniyan kir ku li Bexdayê hikûmet yekîtiya neteweyî ava bikin û ji dûr ve nêzî projeya referandûmê bû.

Li gorî ajansa Nûçeyan a AFP’ê Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest gotiye: “Baweriya me ev e ku ger Iraq bibe yek dê zêdetir bi hêz be. Ji ber vê yekê jî DYA piştgiriyê ide Iraqa demokrat. Em bang li hemû aliyan dikin ku bibin yek û berbi hedefê ve bimeşin.

Cigirê serokwezîrê DYA’yê Joe Bîden jî serokê Dîwana Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Fuad Huseyîn ji bo Qesra Spî qebûl kir. Li gorî daxuyaniya ji Qesra Spî hatiye kirin, di dema hevdîtinê de hatiye gotin ku ya girîng ev e ku hikûmeteke nû ya hemû civakan tîne cem hev bê avakirin.

Bîden ji bo avakirina hikûmeta Iraqê bi telefonê bi Erdogan re jî hevdîtin kir.

Li gorî Hewlêrê DYA ne di nava nêzîkatiyek fermî de ye

Heyeteke Hewlêrê ya di bin serokatiya Fuad Huseyîn de ev demek li Amerîkayê di nav hevdîtinan de ye. Berpirsê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mustafa ji Rudawê re axivî û diyar kir ku berevajî ku di fermiyetê de hatiye îfadekirin DYA di mijara serxwebûna Kurdistanê de di nava nêzîkatiyeke cuda de ye.