‘Amed bû bajarê cîhanê’
AMED (DÎHA) - Wekîlê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku dê pêvajoya UNESCO bibe sedema, Amed di nava nexşeya dîroka cîhanê de bê dîtin. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî lanet li hêzên tarî yên ku hewl didin dîroka mirovahiyê tune bikin barand.
Şardariya Bajarê Mezin a Amedê ji bp pîrozkirina pejirandina Sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê di lîsteya mirasên dîrokî ya Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) de şahiyek li dar xist. Şahî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêk hat. Di şahiyê de gelê Rojava nehat jibîrkirin û pankarta “Em fitir û zekata xwe bi gelê Rojava re parve bikin” hat daliqadin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca, endam û rêveberên HDP, DBP, KCD’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî, rêveber û xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Bername bi pêşandana sînevziyona li ser nasîna Sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê dest pê kir.
‘Em ê biratiya navbera gelan ava bikin’
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Abdullah Sevînç li ser pêvajoya UNESCO û xebatên ji bo pejirandina UNESCO ya Sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê hatine meşandin axivî. Sevînç got ku Amed bû bajarê cîhanê. Wekîlê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Cîhan Aydin jî diyar kir ku Amed bajarek xwedî pirnasname û pirbaweriyan e û wiha got: “Em jî wek partî dê dîsa biratiya navbera gelan ava bikin.” Aydin destnîşan kir ku dê pêvajoya UNESCO bibe sedema Amed di nava nexşeya dîroka cîhanê de bê dîtin.
‘Dîroka Rojhilata Navîn di bin xetereya tunekirinê de ye’
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî destnîşan kir ku niha li Rojhilata Navîn hêza hov a bi navê DAIŞ, mirasên dîrokî tune dike û wiha got: “Dîroka Rojhilata Navîn di bin xetereya tunekirinê de ye.” Şîmşek anî ziman ku ew êrîşên li hemberî mirasên dîrokî şermezar dike û wiha axivî: “Em wan berxwedêrên li Rojava li dijî vê hêza tarî ya ku dîrokê tune dike şer dikin silav dikin.”
Piştî axaftinan fîşekên hewayî hatin avêtin û li ber dengê def û zirnê govend hat gerandin.
(byt-sy/wk)