Amed: Gotin xilas dema berxwedanê ye
AMED (DÎHA) - Li Amedê çalakiya yekem a "Rawestandina jiyanê, bilindkirina berxwedanê" li ber avahiya DBP'ê hate kirin û bi hezaran kes bi dirûşma "Kujer Erdogan" hêrsa xwe anî ziman. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp destnîşan kir ku komkujiya Cizîrê li ber çavê herkesî hate jiyin û got "Gotin xilas emê li her derê çalakiyên xwe pêş bixin."
Li Amedê, li hemberî komkujiya Cizîrê DBP, HDP, KJA, KCD û DEM-GENÇ'ê ji bo 3 rojan biryara "Rawestandina jiyanê û bilindkirina berxwedanê" girtibûn. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de bi hezaran kes li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DBP'a Amedê kom bûn. Girse, bi dirûşman hêrsa li hemberî hikumeta AKP'ê anî ziman û bênavber dirûşmên "Tolhildan" û "Gotin xilas dema berxwedanê ye" berz kirin. Welatî, ji bo komkujiyê şermezar bikin paçê reş vekirin. Di çalakiyê de bi hezaran kes li derabeyan xistin û jin jî bi tîlîliyan piştgiriyê dan.
'Êdî hikmê gotinê nemaye'
Li ber avahiya DBP'ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ew ji ber komkujiya li Cizîrê gelek bi hêrs in û wiha axivî: "Êdî hikmê gotinê nemaye. Ji bo wergirtina birîndaran 10 roj gelek hewldan pêşketin lê destûr nehat dayîn. Li ber çavê herkesî ji komkujiyê re bingeh hate amadekirin." Di dema axaftina Yîgîtalp de bi hezaran kes bi yek dengî dirûşma "Kujer Erdogan" berz kirin.
Yîgîtalp diyar kir ku ewê li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û li her derî çalakiyan pêş bixin.
Hevserokê Bajêr ê DBP'a Amedê Alî Şîmşek jî bi gotina "Berxwedan jiyan e" dest bi axaftinê kir û got ewê li hemberî komkujiyan şev û roj li ber xwe bidin.
Bi hezaran kes bi çepik û dirûşman dawî li çalakiyê anîn.
(sy)