Amed: Jin divê têkoşîna hevpar bimeşînin
DÎCLE ARYA - BEHDÎNAN/ANF Endama Koordînasyona PAJK’ê Rotînda Amed, diyar kir ku ji bo şîdet ji holê rabe divê hemû jin bi hev re têbikoşin.
Endama Koordînasyona (PAJK)'ê der barê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinê ya Navneteweyî axivî û diyar kir ku her ku jin xwe rêxistin dikin, qada jiyana zîhniyeta serdest teng dibe û ji ber vê jî bi çavsoriyek mezin berê xwe didin jinan.
Amed da zanîn di roja me ya îro de zîhniyeta serdest a mêr bi destê DAIŞ’ê rûyê xwe yê herî hov nîşan dide û li ber çavên hemû cîhanê bi dagirkirina Şengalê re jin hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin, hatin revandin û bazaran hatin firotin.
JI JINÊN RÊXISTINKIRÎ DITIRSIN
Amed sedema zêdebûna şîdetê û asta hovitiyê ya niha bi van gotinan vegot: “Dewlet ji rêxistinên jinan yên ku têdikoşin û ji bo qadên jiyana azad têdikoşin, ditirse û serî li her cureyê êrîşê dide. Her ku jin azad dibe, mêjiyê mêr biçûk dibe û qada jiyana wan teng dibe. Jinên Kurd xwedî li mîrateya çanda xwedavendayê derket. Li dijî şîdet, desthilatdarî, dewletê derket. Jinan redên xwe zêde kir û tirsa zîhniyeta serdest dîsa hişyar kir. Zîhniyeta serdest ji bo ku pêşî li jinan bigire DAIŞ afirand.
JINÊN KURD ÎRADEYA HEVPAR TEMSÎL DIKIN
Amed diyar kir ku hovîtiya bi destê DAIŞ’ê pêk tê jinê têk nabe û berevajî vê roj bi roj mezin dibe û vediguhere hêzekê. Amed wiha berdewam kir: “Cîhanê demek dirêj guhê li vê girt, tenê temaşe kir. Lê gelê Kurd û jinên Kurd bi bexwedana xwe çav, guh û devên ku hatibûn kelepçekirin vekir. Êdî hemû cîhan têkoşîna gelê Kurd diaxive. Yekane sedema vê jî li dijî şîdetê berxwedan û rêxistin bû.”
Koordînasyona PAJK’ê Amed da zanîn ku Tevgera Jinan a Kurd hemû jinên cîhanê wek netewe digire dest û got: “Jinên Kurd îradeya hemû jinên cîhanê temsîl dike. Ji ber ku jinên Kurd, bawer dikin ku jin neteweyeke. Beyî ku cudaxwaziyê bikin, xwişkên li Domînîkê hatin qetilkirin, jinên li Amerîkayê rastî tecawizê hatin, jinên li Afganîstanê tune hatin hesibandin wek xwe dibînin û êşa hemû jinan parve dikin. Ji bo ku şîdetê ji holê rakin divê jin û hemû civak têkoşîna hevpar bidin. Têkoşîna hevpar, avakirina jiyana azad e. Ev ne dûr û xiyal e.”