1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amediyan dest bi avakirina komîna kirin
Amediyan dest bi avakirina komîna kirin,amediyan,dest,bi,avakirina,komîna,kirin

Amediyan dest bi avakirina komîna kirin

A+ A-

ANHA AMED – Gelê Sûrê ku li hemberî êrîşên giran ên dewletê berxwedanek xurt pêşxist niha jî dest bi rêxistinkirina hemû xalên rêveberiya cewherî dike. Welatiyên ku xweparastinek xurt pêşxistin dibêjin ku ewê ji aboriyê heya tenduristiyê komunan ava bikin û pergala xwe mayînde bikin.

Li Kurdistanê yek ji cihên ku ji ber îlankirin rêveberiya cewherî rastî êrîşên giran ên polîsan hat, navçeyê Sûr a Amedê ye. Li hemberî vîna xwerêvebirina gel, dewlet xwe negirt û 2 êrîşên giran li ser Sûrê pêk anî. Êrîşa yekem di 6’ê Îlonê de pêk hat û heman roj biryara qedexeya derketina derve hate girtin û polîsan bênavber taxan gulebaran kirin. Di ser vê êrîşê hefteyek şûn ve di 13’ê îlonê de jî biryara qedexeya derketina derve hate girtin û êrîşên giran li ser taxên navçeyê pêk hatin. Li hemberî van her du êrîşan jî gelê Sûrê li ber xwe da û nehîşt ku polîs bikevin taxan.

Li Sûrê rojev înşa ye

Piştî van êrîşan niha li Sûrê rojev bi hemû xalên xwe ve xurtkirina rêveberiya cewherî ye. Li navçeyê koneke mezin hatiye vedan û welatî li vê konê kom dibin. Em hîn dibin ku piştî ku cihê meclîsa gel a Hasirliyê hatiye şewitandin ev kom hatiye vedan ku nîqaşên rêveberiya cewherî werin kirin. Welatiyên ku heya saetên dereng ji kon venaqetin vê peyamê bi awayek zelal didin: “Çi dibe bila bibe emê li ber xwe bidin. Em êdî dixwazin xwe rêvebibin.”

Xebata komunan dest pê kiriye

Şêniyên taxê heya derengê şevê zarok, jin, pîr li sikakan li ber xendekan nîqaşên rêveberiya cewherî dimeşînin. Ji bo parastina taxê lîsteya nobeta şevê tê amade kirin. Ciwanên ku parastina taxê dikin diyar dikin ku ew bi parastina rewa bi sînor namînin û ji aboriyê heya tenduristiyê li ser hemû xalên bingehîn a rêveberiya cewherî nîqaşan dimeşînin. Ciwan dan zanîn ku dest bi avakirina komunan jî kirine û rojeva wan ê esasî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Roj bi paqijiyê dest pê dike

Piştî nobetên şevê, şêniyên taxê bi paqijkirina taxan dest bi rojê dikin. Piştî ku çop têne berhev kirin, dayik bi xortumên avê hemû sikakan dişon. Piştî paqijiyê palasên dirêj li sikanan têne raxistin û kî ji malê çi anîbe li ser tê danîn. Piştî taştê, welatî car din li ser xendekan û li konê dicivin û nîqaşên xwe yên li ser pêşxistina rêvebiriya cewherî, jiyana komun û plannameya karan dimeşînin.