Amedê Qada Azadiyê Diyar Kir
Li gor agahiyan êdî qadek ku her aliyên wê vekiriye û di nav bajêr de ye, dê wekî Qada Azadiyê ya Amedê were zanîn. Do bi şev jî Seroka Bajêr a BDP'ê Zubeyde Zumrut twîtek nivîsand ku Qada Batikent êdî Qada Azadiyê ye.
Li gor vê yekê xwepêşandana ku îro dê li Qada Îstasyonê pêk bihata jî, dê li qada nû be. Li gor agahiyên ku vê sibehê ketine destê me, dora qadê bi taybetî ji polîsên Stenbol hatiye pêçan. Lê ji ber mezinahiya qadê û ji ber ku hemû aliyên wê vekirî ne, dorpêçkirina wê ne mumkûn e.
Amedî jî tînin ziman ku qadên wekî Qada Îstasyonê ji bo xwepêşandan û mîtîngan ne cihên pêkan in û 3 an jî 4 riyên ku diherin wan qadan jî bi hêsanî tên girtin. Ji ber vê yekê Qada Azadiyê ku bi qasî Qada Newrozê vekirî û mezin e, ji gelek aliyan ve çêtir e.
Di wêneyên jêrîn de cihê Qada Azadiyê hene.