Amedî dibêjin 'Di Newrozê de bibin mêvanê min'
09:27 15.03.2014 1 / 2 DÎCLE MUFTUOGLU/ ŞAFAK ÇELEN
AMED (DÎHA) - Çavê hemû bajar û welatên cîhanê li Newroza Amedê ya 21'ê Adarê ye. Gelê Amedê û rêveberên BDP'ê dê ji bo Newrozê mêvanên xwe bi dilgermî pêşwazî bikin û deriyên xwe li hemû mêvanan vekin. Gelê Amedê dê mêvanên ku bên Newrozê li Amedê pîroz bikin hembêz bikin û bêjin "Di Newrozê de bibim mêvanên min"
Newroza Amedê dê di 21'ê Adarê de bi tevlêbûna milyonan kesan bi coş û kelecanek mezin bê pîrozkirin. Çavê hemû bajar û welatên Cîhanê li ser Newroza Amedê ye. Newroza Amedê ku her sal di cîhanê de dibe Newroza herî girseyî her sal navê xwe di rûpelê dîrokê de dineqişîne. Îsal jî hem ji Amedê, hem ji bajaren Derdorê û hem jî ji gelek welatên cîhanê dê mirov biherikin Amedê. Di Newroza ku peyam û nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têde bê xwendin ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek pir mezin e. Ji niha de Amadekariyên Newrozê dest pê kir û ji bo mêvanan jî amadekariyên taybet tê kirin. Her sal mêvan ten li Otelên Amedê bi cih û war dibin. Lê ji ber ku sala par otelan têra mêvanan nekir, îsal Amedî dê mêvanên derve bikin mêvanên malên xwe. Gelê Amedê îsal dibêjin "Di Newrozê de bibin mêvanê min"
Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo mirovên dixwazin bên Amedê û Newroza dîrokî pîroz bikin, ket nava liv û xebatan. BDPî û gelê Amedê ji bo mirovan ji vê pîrozbahiyê mahrûm nehêlin dest bi xebata "Di Newrozê de bibe mêvanê min" kir.
Têkildarî mijarê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku anî ziman ku dê îsal nêzî 2 hezar mirov bên Amedê û li Amedê bibin mêvan. Zumrut, da zanîn ku dê BDP û Amedî mêvanan li malên xwe bikin mêvan û wan hembêz bikin.
(mae)