Amedî dê sibê ji bo Kobanê derkevin kolanan
AMED (DÎHA) – Li Amedê ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê dê sibê piştî meşeke bi girseyî dê bi karwaneke mezin ber bi sînorê Kobanê ve bikevin rê.
Piştî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kantona Kobanê, gelê kurd ên Bakûrê Kurdistanê jî bi rihekî seferberiyê ji bo parastina Kobanê ber bi sînor ve ketin rê. Duh piştî bangewaziyan di serî de ji Amedê hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê bi wesayîtên ji ber avahiyên rêxistinên DBP’ê yên navçe û bajaran û her wiha bi wesayîtên taybet ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve ketin rê. Li Amedê ku hêj jî çûna hemwelatiyan berdewam dike, dê sibê seat 13.00’an de li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê heta ber Parqa Koşûyoluyê meşek bi girseyî bê lidarxistin. Piştî daxûyaniya çapemeniyê, dê bi wesayîtên hatine amedekirin ber bi navçeya Pirsûsê ve bikevin rê.
Li ser vê yekê Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, daxuyaniyek da û diyar kir ku bila hemû kurd zanibin ku Kobanê bikeve dê hemû Kurdistan bikeve, lewre divê her kes divê warî de bi hîstiyar tevbigere. Zumrut, bang li hemû Amediyan kir ku divê sibê tevlî vê meşê bibin û ji bo parastina gelê Kobanê bi wesayîtên ku li ber Parqa Koşuyoluyê hatine amadekirin siwar bibin û berê xwe bidin sînorê Kobanê.
Gelê Amedê dê sibê seat di 13.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya Amedê heya Parqa Koşuyoluyê bimeşe û pişt re bi girseyî dê ber bi Pirsusê ve bi rê bikevin.
(hd-ea/bd)