1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amedî ligel terora dewletê meşiyan
Amedî ligel terora dewletê meşiyan,amedî,ligel,terora,dewletê,meşiyan

Amedî ligel terora dewletê meşiyan

A+ A-

Li Amedê ligel mudaxaleya polîsan a hişk zêdeyî hezar kesan, ji bo 24 cenazeyên li Meletiyê meşiyan. Endamên Lijneya Koordînasyona KCD'ê û parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata û Demîr Çelîk rastî darbeyên cop û kulmên polîsan hatin. Di bûyerê de welatiyek astengdar jî hate darp kirin gelek welatî hatin binçavkirin. Akat Ata, diyar kir ku ji bo çanda xwe dê heta mirinê têbikoşin.

Bûyerên bi mudaxaleya polîsan a li dijî meşa bi banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya ji bo 24 cenazeyên li Meletiyê hate lidarxistin dest pê kir didomin. Zêdeyî hezar kesên di nav de endamên Lijneya Koordînasyona KCD'ê û parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata û Demîr Çelîk û parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Amedê Zubeyde Zumrut û Omer Onen, şaredarên navçeyan ên li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a li Taxa 5 Nîsanê kom bûn xwestin ji bo 24 cenazeyên li Meletiyê bimeşin. Girseya di çalakiye de wenêyên endamên HPG'ê yên jiyana xwe dest dane, ala PKK'ê û KCK'ê û wenêyên Ocalan vekirin, dirûşmên "Tolhildan", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Polîsan tax dorpêçkirin

Bi hezaran polîs bi TOMA, panzer û wesayitên zirxî li qada meş lê bê lidarxistin dorpêç kirin û helîkoptêr bi nizmî di ser girseyê ve firiyan. Endamên KCD'ê û BDP'ê bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk anîn û biryar dan bimeşin. Lê polîsan jî gotin dê desturê nedin. Endamên KCD'ê û BDP'ê gotin girsê biryar daye dê bimeşe. Li ser vê yekê polîsan girse dorpêçkir. Demîr Çelîk hat cem girseyê û diyar kir ku ew dixwazin li dijî şer bimeşin lê polîs destûr nade û wiha aixvî: "Dixwazin me li ve kolana tenk haps bikin. Em ve qabûl nakin. Em ji ve doza xwe ya mafdar tu carî venagerin."

Hêj daxuyanî bi dawî nebû mudaxe kirin

Hêj daxuyaniya Demîr Çelîk bi dawî nebû, polîsan ji 2 milan ve bi bombeyên gazê mudaxaleyê girseyê kir. Di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Ciwanan bi kevir û molotofan bersîv da. Polîs ligel wesayitên zirxî ji ber molotofan heta demekê neketin kolanê. Di ve deme de Akat Ata, Çelîk û welatiyên li ber deriyê komeleyê sekinîn rastî mudaxaleya polîsan a bi copan hatin. Dema Akat Ata û Çelîk nehiştin polîs welatiyan darp bikin, rastî lêdana polîsan hatin. Polîseki çevîk bi kulman darp kir. Bi kulma polîsan lêva Çelîk birîn bû. Welatî bi darpkirina parlementeran hers bûn û êrîşê polîsan kirin. Polîsan di êrîşê de dijûnên qirêj ji welatiyan re gotin.

Deriyê avahiyan şikandin

Dema hin welatî çûn avahiyan, polîsan avahiyek dorpêç kir. Endamên KCD'ê û BDP'ê yên ev agahî girtin hatin cihê bûyerê. Lê polîsan destûr neda derbas bibin. Polîsan deriyê avahiyê şikandin û hin welatî binçavkirin. Lê der barê hêjmara kesên hatin binçavkirin de agahî nehat girtin. Di bûyeran de ciwanek ji aliyê polîsan ve hate darp kirin û hate binçavkirin. Polîsan ciwa ciwan birîn kirin û binçavkirin.

Akat Ata: Gelê kurd di mirinê de jî 'tilîlîlî' kişandiye

Parlenenter Ayla Akat Ata li ser navê BDP'î û KCD'ê li ber komeleyê daxuyanî da. Akat Ata, diyar kir ku ew mafdarin û dê heta dawiyê ji bo nasname, ziman û çanda xwe têbikoşin. Akat Ata, anî ziman ku çend salin li dijî zilmê serê xwe netewandine û wiha axivî: "Em neviyên Şex Saîd, Seyît Riza ne. Me Agirî, Dêrsîm, Zîlan dît. Kesên peşêngatiya me dikin rêhevalên me yên zindana Amedê li berxwe danin. Em rêça Mazlum Dogan, Kemal Pîr dişopînin. Gelê kurd li hemberî mirin û kuştinan dîsa tilîlî kişaniye. Hûn nikarin bi lêdan û kuştinê me bitirsînin. Me duh di ber xwe da em dê îro jî di ber xwe bidin.

Welatiyê astengdar jî darp kirin

Girseya digel mudaxaleya hişk belav ne bû û kom bûn û heta kolana Emekê meşiyan. Polîsên ku di kolanan de girse şopand, di navbera kolanan de pêş girsê birî û mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de li jinek pîr da. Her wiha welatiyekî astengdar jî rastî lêdana polîsan hat. Welatiyê astengdar darên milê xwe avêt û îsyan kir. Digel mudaxaleyê girse, li kolana Emek hateavahiya BDP'ê meşiya.

Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê Demîr Çelîk, li vir daxuyanî da û mudaxalê şermezar kir. Demîr, ji bo tevlîbûna gel spasdariya xwe anî ziman.

Hate zanîn ku di bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin, bûyer li nava taxan belav bû. DÎHA (dt/mae)