1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amedî: Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Ocalan e
Amedî: Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Ocalan e,amedî,şertê,pêşî,yê,aştiyê,azadiya,ocalan,e

Amedî: Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Ocalan e

Siyasetmedarên Kurd dê di 5'ê Îlonê de bi tevlêbûna 50 kesan greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger dê bidin destpêkirin. Gelê Amedê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û piştgirî dan deklerasyona KCD, DBP, HDK, KJA û HDP’ê û diyar kirin ku biryara siyaseta Kurd biryara wan e

A+ A-

OMER ÎKE/AMED - ROJNEWS

 

Hevserokên KCD, DBP, HDK, KJA û HDP'ê û hemû hilbijarteyên Kurd di 31'ê Tebaxê de li Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û tecrîd bi dawî bibe dê di 5'ê Tebaxê de bi 50 kesan çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Gelê Amedê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û piştgirî dan deklerasyona KCD, DBP, HDK, KJA û HDP’ê  û diyar kirin ku biryara siyaseta Kurd biryara wan e.

 

‘Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Ocalan e’

 

Welatiyê bi navê Zahît Akgul diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: “Em agahiyê ji Rêberê xwe nagrin. Em bi fikar in. Divê demildest tecrîd li ser Rêberê me rabe, ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk bê şertê yekemîn azadiya Rêber Apo ye. Biryara ku ji aliyê nûnerê me ve hatiye girtin di heman demê de biryara me ye. Biryara gelê Kurd e. Em dê heta dawî li pişt vê biryarê bin. Em ê ji bo Rêberê xwe her cîhê bikin qada têkoşîn û berxwedanê.”

 

 

‘Bê Serok jiyan nabe’

 

Xwendekara Zanîngehê ya bi navê Nûr Kaçmaz jî da zanîn ku ji bo rêya pêvajoyê vebe divê bi Ocalan re hevditin bê kirin û wiha pê de çû: “Ez 18 salîm e, 18 sale ez bi dirûşmeya ‘Bê serok jiyan nabe’ mezin bûme. 17 sal e jî bi awayek sistematik tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. Tecrîda li ser Rêberê me sûçe, kesê li hemberî vê tecrîdê jî bêdeng bimîne hevkarê zilmê ye. Ji beriya sê rajan ji aliyê nûnerên me ve daxuyaniyek dîrokî hate dayîn. Biryara wan biryara me ye. Em ê heta dawiyê li ser şopa Rêberê xwe û rêxistina xwe bin. Em ê weke ciwan her cihê bikin qada serhildanê.”

 

 

‘Ez ê tevlî grevê bibim’

 

Welatiyê bi navê Îsmet Kaya jî anî ziman ku li pişt biryarê ne û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Îsmet got ku heger hevditin pêk neyê dê ji bo gelê Kurd û Tirk nebaş be. Îsmet got em li pişt biryara nûnerên xwe ne û got ez ê jî tevlî greva birçîbûnê bibim.

 

 

‘Kilîta çareseriyê Ocalan e’

 

Jina ciwan ya bi navê Beytul Yilmaz ji bal kişand li ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda li ser Rêber Apo bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tecrîd sûçê mirovahiyê ye. Divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe. Ji ber ku Ocalan rêberê gelekê ye. Ew gel jî 40 sale li ser şopa wî dimeşe. Divê vîna gelekê neyê tecrîdkirin. Ji bo Rêbertiya me çalakiya greva birçîbûnê destpê dike. Em bi ruhê têkoşînê piştevaniya grevê dikin. Nêzî 50 kes dê tevli çalakiyê bibin û divê li seran serî Tirkiyeyê û Kurdistanê hemû kes piştgiriyê bidin çalakiyê.”

 

 

 ‘Hêza sereke jinên ciwan in'

 

Yilmaz di dawiya axaftina xwe de got di çalakiya greva birçîbûnê de jî hêza sereke jinên ciwan in û xwest jin li çalakiyê xwedî derkevin.

 

(oî/sk)