Amerîka 450 şêwirmendên leşkerî dişîne Îraqê
NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS
Koşka Spî ragihand ku ewê ji bo alîkariya bi Iraqê di şerê bi DAIŞ’ê re 450 şêwirmendên leşkerî bişîne Iraqê.
Li gor ajansên Amerîka piştî daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo alîkariya leşkerî, Serokê Amerîka biryara şandina şêwirmendên leşkerî da. Li gor vê yekê wê 450 şêwirmendên leşkerî ji bo perwedekirina milîsên herêmî were şandin.
Bi heman mebestê hat ragihandin ku hêzeke nû ya Amerîka ji baregehek leşkerî li parêzgeha Enbarê re hatine veguhestin. DAIŞ’ê meha bihorî navenda parêzgeha Enbar, bajarê Romadî dagir kir.
Tê payîn şêwirmendên Amerîkî herî zêde destek bidin eşîrên Sune ji bo şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re. Beriya niha jî rayedarên Amerîka diyar kiribûn ku perwerdeya kêm a hêzên Iraqî yek ji sedemên binketina wan li hemberî DAIŞ’ê ye. Bi taybet dagirkirina Romadî jî wek yek ji van sedeman tê dîtin.
(ge)