1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amerîka: Paketa Ewlekariyê pirsgirêka hundirîn a Tirkiyê ye
Amerîka: Paketa Ewlekariyê pirsgirêka hundirîn a Tirkiyê ye,amerîka,paketa,ewlekariyê,pirsgirêka,hundirîn,a,tirkiyê,ye

Amerîka: Paketa Ewlekariyê pirsgirêka hundirîn a Tirkiyê ye

A+ A-

ROJNEWS - NAVENDA NÛÇEYAN Piştî çend maddeyên ‘Paketa Ewlekariya Hundirîn’ ya ji aliyê AKP’ê ve hat amadekirin û li parlamentoya Tirkiyê hat guftûgokirin, rastî gelek nerazîbûnan hat. Yekîtiya Ewrûpa (YE) û rêxistinên navneteweyî nerazîbûn nîşan dan û rexne kirin. Amerîka jî diyar kir ku ev paket pirsgirêka hundirîn a Tirkiyê ye.

Yekîtiya Ewrûpa cara duyemîn derbarê paketa ewlekariyê de Tirkiye hişyar kir. Piştî YE’yê, Amerîka jî dîtina xwe anî ziman. Berdevka wezîrê derve yê Amerîka Jen Psakî derbarê paketa ewlekariyê ya Tirkiyê de diyar kir ku ew pirsgirêka Tirkiyê ya hundirîne.

Jen Psakî li ser pirsên rojnamevan ên derbarê ‘Paketa Ewlekariya Hundirîn’ de wiha got: “Şîroveyeke min a taybet li ser wê yasayê tune ye. Ev pirsgirêkeke navxwe ya Tirkiyê ye. Wek hûn dizanin bi salan raporên mafê mirovan jî di nav de, me di mijarên azadiya çapemeniyê û mafê çalakiyên protestoyê de fikarên xwe anîne ziman.”

Piştî çend maddeyên ‘Paketa Ewlekariya Hundirîn’ li parlamentoya Tirkiyê hat erê kirin, rastî nerazîbûnên Yekîtiya Ewrûpa, Rêxistina Efûya Navneteweyî û gelek rêxistinên din ên mafê mirovan hat. Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku ev paket li dijî demokrasiyê ye û gefeke li ser mafê mirovan.