1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amnesty raporek li ser kurdên Êzdî belav kir
Amnesty raporek li ser kurdên Êzdî belav kir,amnesty,raporek,li,ser,kurdên,êzdî,belav,kir

Amnesty raporek li ser kurdên Êzdî belav kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty İnternational) di raporeke xwe de balkêşa ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî kurdên Êzdî. Rêxistinê bi sernivîsa ‘Reva ji cehenemê’ de got ku kiryarên çeteyan yên li ser Êzdiyan hatine kirin, hemû li dijî mirovahiyê ne.

Rêxistina Amnesty İnternational di raporek xwe ya nû de vê carê balkêşa ser karesata li ser Êzidiyan. Rêxistinê di raporê de diyar kir ku ji aliyê grûba hov ya DAIŞ’ê ve karesatek dij mirovane li ser Êzidiyan û bi taybet li ser jinên ciwan yên Êzdî hatiye kirin.

Di rapora rêxistinê de ku bi manşêta ‘Reva ji cehenemê’ hatî amadekirin de wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê li ser Êzdiyan gelek kiryarên xirap yên weke; kolekirin, firotin, bazirganîkirin û zewicandina keçên Êzdî, tecawizkirina keçên biçûk’ kirine û ji bo xwe wekî çekekê bikartinin. Hemû ev kiryarane li dijî mirovahiyê ne û gunehbarê şerin.”

Herwiha di raporê de tê gotin ku armanca grûbên çete jinavbirina mirov û baweriyê ku di meha Tebaxê de destpkiri bû û wiha hat gotin: “Bi hezaran keç û jin rastî krîza ruhî û psîkolojî hatine. Ji ber van zextane û kiryarane bi sedana kes ji bo ku şeref û namûsa wan nekeve destê çeteyan de xwe kuştine.”

Rêxistinê Amnesty İnernational balkêşa ser jinên ciwan yên Êzidî ku ji ber kiryarên çeteyan xwe kuştine û wiha got: “Jiyan keçek 19 salî bû û ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anî. Hemû Êzdî rastî kiryarên nebaş yên çeteyan hatine, jinên ciwan yên ketin destê çeteyên DAIŞ’ê de rastî nexweşiya psikolojîk bûne û ji wê ditirsin ku civak weke berê wana negire nava xwe. Trajediya Şengal demek zu ji mejiyê Êzdiyan de naçe.”