1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amudî dadikevin kolanan
Amudî dadikevin kolanan,amudî,dadikevin,kolanan

Amudî dadikevin kolanan

Gelê Amudê li dijî lîstokan dadikeve kolanan

A+ A-

Amûdê - Piştî ku li Amudê 5 kesên dixwestin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin binçavkirin û li ser wan belgeyên nepenî hatin girtin, derdorên ku yekîtiya kurdan naxwazin û hinek rojnameyên nêzî hikûmeta tirk AKP’ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin. Endamê Desteya Kurd a Bilind Salih Muslim ev yek wekî, “hewldanên têkbirina yekîtiyê” bi nav kir. Gelê Amudê jî dê îro bi çalakiyekê nerazîbûna xwe nîşan bide.

Di 1’ê îlonê de li bajarê Amudê 5 kesên ku dixwestin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin li ser sînor ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin. Li ser kesên behsa mijarê, belgeyên nepenî ku têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re nîşan didin û pasaportên Tirkiyeyê hatibûn bidestxistin. Her wiha li ser van kesan agahiyên derbarê endamên saziyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de jî hatibûn bidestxistin. 5 kes li ser daxwaza Desteya Kurd a Bilind serbest hatibûn berdan, lê lêpirsîna hatiye destpêkirin hîn didome.

KAMPANYAYA REŞKIRINÊ HATIBÛ DESTPÊKIRIN

Piştî bûyerên hinek derdorên ku li dijî yekîtiya rêxistin û partiyên kurdan derdikevin, kampanyaya reşkirinê dabûn destpêkirin û di hinek malperên înternetê de îdîa kirin ku PYD’ê êrîşî wan kiriye. Ev hewldana hanê ji bo hikûmeta Tirkiyeyê û hinek rojnameyên nêzî wan ku di her fersendê de dijberiya xwe ya li dijî destkeftiyên kurdan tînin ziman, bû hinceta êrîşkirin û tevlîhevkirinê. Rojnameya bi navê Yenî Şafak di hejmara xwe ya îro de mijar di manşetê de weşand û îdîa kir ku PYD’ê êrîşî kurdan kiriye.

YPG GIRÊDAYÎ DESTEYA KURD A BILIND E

Ji agahiyên çewt ên di van nûçeyan de hatine dayîn jî diyar dike ku ev nûçe bêbingeh in û bi armanca reşkirinê hatine weşandin. Di bûyera behsa mijarê de hêzên YPG’ê 5 kes binçav kiribûn, li ser vê yekê jî komek biçûk ku van derdoran pêk tê êrîşî qereqola YPG’ê kiribûn. Lê li ser daxwaza Desteya Kurd a Bilind 5 kes hatibûn berdan. Balkêş e ku di nûçeyan de behsa van nayê kirin, dîsa qet behsa belgeyên nepenî û pasaportan jî nayê kirin. Tişta herî girîng jî ew e ku di van nûçeyan de PYD wekî hedef tê nîşandan, lê hêzên YPG’ê 5 kes girtibûn, YPG jî girêdayî PYD’ê nîn e. Desteya Kurd a Bilind ev hêz wekî hêzên parastina Rojavayê Kurdistanê qebûl kiribû.

SALIH MUSLIM: DIXWAZIN YEKÎTIYÊ PERÇE BIKIN

Li ser van hewldanên reşkirinê Hevserokê PYD’ê û Endamê Desteya Kurd a Bilind Salih Muslim diyar kir ku ev hêzane dixwazin yekîtiya wan têk bibin. Muslim bal kişand ku ev hewldanane rojek piştî hevdîtinên Komîteya Karên Derve ya Desteya Bilind a Kurdan hatine destpêkirin û ji bo xurtkirina yekîtiya kurdan banga têkoşînê kir. Muslim, anî ziman ku ev herêm niha di bin kontrola wan de ye, gel bi xwe xwe bi rê ve dibe û got; “Lê azadî nayê wateya ku her kes li gorî serê xwe tevbigere.”

GELÊ AMUDÊ DADIKEVE KOLANAN

Di vê navberê de li hemberî van kampanyayên reşkirinê gelê Amudê jî, dê îro saet di 17.00’an de derkeve kolanan nerazîbûna xwe bîne ziman. Organîzatorên çalakiyê jî banga tevlîbûnê kirin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî