Amîda Kurd Nayê Girtin
Xwendevanên me yên ne li Tirkiyeyê nakevin bin bandora qedexekirina Tirkiyeyê, lê ev 2 meh in di vekirina malpera Amîda Kurd de mêvanên me yên li Tirkiyeyê dijîn, zehmetiyan dikişînin. Digel ku www.amidakurd.net di navbera 2-3 rojan de hate vekirin jî, ji ber qedexeyên Tirkiyeyê hin beş nedihatin vekirin.
Amîda Kurd NET êdî bi weşana xwe ya xweser, bê pirsgirêk di weşanê de ye.
Amîda Kurd nayê girtin.
Amîda Kurd COM û NET wekî du malperên cuda di weşanê de ne. Lê naveroka her du malperan ji heman çavkaniyê tên kişandin. Bi vî rengî hem cudahiya naverokan tune hem jî wekî du malperên cuda weşanê dikin. Di êrîşên teknîk de jî êdî êrîşkar divê bi hev re êrîşî du cihan bikin, ev jî hêza wan parçe dike.
Amîda Kurd wekî malpereke herî kevin a kurdî, bi îstiqrar û biryar weşana xwe didomîne û teknîka xwe her sal li gor rewşa înternetê pêşve dibe.
Amîda Kurd dê neyê girtin.