An kurdî an kurdî!..
'An dê zarokên me bi kurdî biaxivin an dê bi kurdî biaxivin´
MEHMET ŞAH ORUÇ / GÜLER CAN Wekî hemû dozên "KCK" doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku li Sîliivrî tê dîtin jî parastina kurdî hate redkirin. Dema heyeta dadgehê tespîta nasnameyan kir siyasetmedarên kurd wekî li her derê li vir jî bersîva "Ez livir im" da. Jinên xizmê siyasetmedaran ên li ber Girtîgeha Sîlîvriyê rawestiyan jî ji ber ku heyeta dadgehê daxwaza parastina kurdî red kir bertekên xwe anîn ziman. Jinên kurd diyar kirin ku an dê bi kurdî biaxivin an dê bi kurdî biaxivin. Ji ber ku li zimanê ne neheqî tê kirin em naxwazin ku ji bilî zimanê me bi tu zimanê din bê axaftin û gotin: "Em destûr nadin ku zimanê me bê înkar kirin û redkirin."
Li Stenbolê 2 rojin rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku 193 siyasetmedarên kurd li 15'emin Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriyê tên darizandin bi qirîza parastina zimanê kurdî dest pê kir. Bi sedan welatî ji gelek navçeyên Stenbolê ji serê sibê de ketin rê û ji bo dozê bişopînin hatin li ber salona Girtîgeha Sîlîvriyê ku siyasatmedarên kurd lê tên darizandin kom bûn. Bi sedan kesên ku rêyek dûr hatin û li ber deriyê girtîgehê kom bûn, rastî astengî û neheqiyê leşkeriyê hatin. Welatiyên ku xwestin derbasi salonê bibin û rûniştinê bişopînin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Xizmên ku hatin li ber deriyê girtîgehê kom bûn û 20 metre di nava wan de hebûn xwestin zarok, xwişk, bira hevser, ap, xal, met, pismam û xizmên xwe bibînin û slavekê bidin wan. Ji ber ku malbat rastî astengiyan hatin tenê ji dûrve slav dan hev. Zarokekî ku li devre rawestiya bû bi dengekî bilind got "Bavo" û xwest di nava 140 girtiyan de bavê xwe bibîne. Zarokeki din jî bi gotina "Bavo ez ji te hez dikim" bang li bavê xwe kir. Piştî rûniştinê bi rageşi dest pê kir disa daxwaza siyasetmedarên kurd a parastina kurdi hate redkirin. Ji ber daxwaza siyasetmedaran nehat qebûlkirin parêzeran anîn ziman ku ji ber parastina kurdî hatiye redkirin bê wateye ku li salonê bimîin û salon terk kirin.
'Nasname û zimanê me girtî ye'
Xezmên siyasetmedarên kurd ku ji rêyên dûr hatin li konê BDP'ê yê ku vedaye nobetê digirin. Jinên ku di konê BDP'ê de nobetê digirin, dixwazin mafê wan ê mirovane mafê zimanê zikmakî bê qebûl kirin û neyê redkirin. Jinên kurd ku ji bo rûniştinê bişopînin hatin kom bûn û li Konê BDP'e nobetê digirin, anîn ziman ku dê heta dawî zimanê zikmakî biparêzin û li pey daxwaza girtiyan bin. Kudret Sanamali ku ji bo pismamê xwe Necmettîn Sanamali yê ji doza KCK'ê li Kandirayê girtî tê darizandin hate Stenbolê, wiha got: "Nasnameya me û navê me girtî ye. Li ser gelê kurd zext û zordarî gelek zêde ne. Zimanê zikmakî tê redkirin. Tene sûcê me kurdbûna me ye. Li Tirkiyeyê tirkî, erebî, îngîlîzî û firıansî serbest e, lê tenê kurdî qedexe ye. Divê her kes bi zimanê zikmakî biaxivin. Çawa tirk bi zimanê xwe yê zikmakî tirkî di axivin, divê destûrê bidin em jî bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurdî biaxivin."
'Piştî ku em zimanê xwe ji bîr bikin dê kurdan winda bikin'
Henîfe Înce ya ku ji bo hevserê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî tê darizandin Cevat Înce hatiye Sîlîvriyê, diyar kir ku redkirina parastina zimanê zikmakî helwestek siyasî ye û ev yek nayê qebûl kirin. Înce, ev helwestek siyasî ye. Bila kes nefikere ku dema bi tirkî biaxivin dê wan serbest berdin. Em heta bimirin em dê bi zimanê xwe biaxivin û kurdî biparêzini. Dema ez diçim nexweşxaneyê ji ber ku ez bi tirkî nizanim ez nayêm dermankirin û tedawîkirin. Ez dê heta dawî vê têkoşînê bimeşînim. Heta ku zimanê me qebûl bikin em dê livir bin. Em dê 10 û 15 rojan li vir nobetê bigirin. Em dê kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Em di serî de kurdî ferî zarokên xwe bikin. Em destûr nadin ku zarokên me berî kurdi fêrî zimanekî din bibin. Berê zimanê zikmakî û pişt re zimanê din. Niha zimanê me înkar dikin dibêjin kurdî tune. Dema em kurdî ji bîr bikin dê bêjin kurd jî tune."
'Ez her tim li pişt caman bi bavê xwe re axivîm'
Zozan Açikça ku ji bo bavê xwe Cevat Înce jî hat Sîlîvriyê anî ziman ku hêj ew 2 salî bû bavê we girtî bû û wiha got: "Min 9 salan bavê xwe nedît. Piştî ku serbest hate berdan 7 sal şûnde dîsa hate girtin. Ev cara duyemîn e bavê min Tê girtin. Min her tim li pişt caman bi bavê xwe re hevdîtin kir û ez li pişt caman bi bavê xwe re axivîm. Em dibêjin êdî bes e. Her ku em dibêjin aştî bêtir bi ser me de tên. Em dixwazin hêsirên dayikan rawestin. Em dixwazin kuştin bisekinin. Kurd ziman, nasname û mafê xwe dixwazin. Kurd dixwazin weki her kesî wekhev bijîn. Dixwazin weki mirovan bijîn."
(mae)