Anli: Dixwazin kesên din li Sûrê bi cih bikin
AMED (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli biryara lijneya wezîran a "dewletkirina" Sûrê nirxand û diyar kir ku biryara lijneya wezîran derbeyek sivîl e. Anli, destnişan kir ku ev ditirsin bi vê biryarê Sûrê kesên din ên cîhatkar bînin li vir bi cih bikin û dixwazin Sûrek li gorî Enqereyê ava bikin. Anli, bilêv kir ku ev biryar berê hatibû girtin û hendek kirin hincet.
Sûr a ku 116 roje ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin niha jî 16 tax ji aliyê hiktûmetê ve bi hinceta "dewletîkirinê" hat desteserkirin. Biryara destserkirina Sûrê ji aliyê "lijneya wezîran" ve di roja 21'ê Adarê de hat girtin.
'Kîna Enqerê ya li hemberî Sûrê kevne'
Hevaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anlî biryara ku hatî girtin nirxand û diyar kir ku ev plana ne nû ye, ji xwe ji berê de kîna Enqerê li hemberî nasnameya Sûrê ya pirçandî û muxalîf hebû. Anlî destnîşan kir ku 100 salin ev tişt li hemberî gelê wan tê kirin û wiha got: "Di salên 90'î de gundên kurdan bi veşartî dihatin vale kirin lê niha navendên bajaran di bin navê "ewlehiyê" de û bi biryarên saziyên dewletê tên kirin."
'Lijneya wezîran dîrok deq kir'
Anli desteserkirina Sûrê weke derbeyek sivîl bi nav kir û diyar kir ku desteserkirina Sûrê wekî avêtina bombeya atomê ya Hîroşîmayê û tunekirina jiyanê re heman tişte. Anli bertek nîşanî lijneya wezîran da û wiha axivî: "Biryara lijneya wezîran wek lekeyek reş ket dîrokê. Projeya Sûrê avakirina girtîgehak ser vekiriye." Anli daxuyand ku îradeya ku Tirkiye yê rêve dibe ne sivîle û wiha pêde çû: "Divê bê lêkolîn kirin hikumetek demokratîk yan jî hêzek unuformayên wan veşartî Tirkiye yê bi rêve dibe."
'Dewletbûn' Enqere yî kirine'
Anli da zanîn ku çêdibe bandora barîkat û xendekan li ser lezkirina biryaran kiribe lê ev plan ji beriya salan hatiye avakirin û wiha berdewam kir: "Bila kes nebêje ji ber hendek û barîkatan ev biryar hatiye girtin. Plan pir bi berfirehî hatiye amede kirin. Dê berdewamiya vê planê li Cizîr, Nisêbîn û Slopiya jî were pêkanîn. Ev pratîka gotinên Erdogan in. Ev biryar ne ji bo aramiya gel û ewlehiyê ye. Ji xwe cihên wek şaredarî, navendên tendirustiyê, dibistan û hwd malê giştî ne lê ev biryar ne dewletîkirin Enqereyî kirin e."
'Em bi komkujiyên Ermenî û Dersimê re rû bi rû ne'
Anlî bibîrxist ku Sûr mirasê 7 hezar sale, gelek şer lê hatine kirin lê heta niha Sûr nehatiye bêmirov û xalîkirin. Anli da zanîn ku Sûr nirxek dîrokiye û wiha pêde çû: "Sûr keda 7 hezar salan e û ji bo biryarek di civîna lijneya wezîran de hatî girtin em bi winda kirina Sûrê re rû bi rûne. Em bi komkujiyên Dêrsim ya 70 sal û komkujiya 100 sal berê ya Ermeniyan re rû bi rûne. Em nikarin li Amedek bê Sûr bijîn. Eger yên li Enqerê bihizirin ku emê bi hêsanî dest ji bajarê dîrokî ku ketiye lîsteya mirasan ya cîhanê berdin, ev tê wateya serê hinek kesên li Enqerê tevlîheve."
'Gelo dê komên cîhatker bikin Sûrê'
Anli destnîşan kir ku ew ditirsin gelên ji cihên din koçkirin bînin Sûrê û hinek komên cîhatker di nava Sûrê de bi cih bikin û wiha pêde çû: "Ev plan ji bo hinek bajarên kurdan tê çêkirin." Anli pirs ji gelê Tirkiyê kir û got ku eger ev tişt li Enqere, Konya yan jî Îzmirê bê kirin hûnê çibikin?
'Divê herkes ji bo Sûrê têbikoşe'
Anli herî dawî bang li gelê Amedê û gelê kurd kir ku xwedî li Sûr ê derbikevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hemû saziyên sivîl, aliyên demokrat ji bo Sûrê têbikoşin. Wek şaredariya vî bajarî kesekî tû gotinên wan negirtin. Heta gelê vî bajarî vê nepejirîne ev biryar ne meşruye. Kesek nikare li Enqerê rûne û biryara jiyana me bide. Eger dewlet Sûrê xirab bike dê dîsan li kevirên Sûrê bigerin û yek bi yek bibînin dîsan Sûrê avabikin. Em dê li hemberî îradeya desteserkirina Sûrê têbikoşin û çi bedel pêwîst bike emê bidin.
(bî-şo/mae)