1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Anne Frank dibe filmê anîmasyon
Anne Frank dibe filmê anîmasyon,anne,frank,dibe,filmê,anîmasyon

Anne Frank dibe filmê anîmasyon

A+ A-

LONDRA 21.12.2013 07:47:25 Çîroka herî binav û deng a Anne Frank, ku nîşaneya herî giring a komkûjiya Yehûdiya ne dê ji bo zarokan bikeve li ser perdeya sipî.

Derhênerê filmê "Beşir'le Vals" Arî Folman, dê çîroka nîşaneya komkojiya Yehûdiyan a li Almanyayê Anne Frank’ê bike filmê anîmasyon. Derhênerê naskirî Arî Folman di filmê ''Beşir'le Vals'' de qetliama Sabra û Şatîlla ya ku di sala 1982’an de pêkhatî kir filmê anîmasyon. Di sala 2008’an de xelata Altin Kure girt.

Dê biranînên Anne Frankê ku li Polonyayê di kampa Komî ya Auschwitz şerê jiyanê dida meşandin, pişt re bi awayekî ji malbata xwe cûda di temelê 15 saliyê jiyana xwe ji dest dayî bibe filmê anîmasyon. Biranên binavûdeng bi 60 zimanan hatî wergerandin, dê ji aliyê Arî Folman ve ji bo zarokan bikeve li ser perdeya sipî. Folman got: “Serpêhatiya Anne Frank birina li ser perdeya sipî firsetekî mezine . ji bo ji aliyê nivşê ciwan ve serpêhatiya Anne Franka neyê ji birkirin pêwîste mirov di rewşekî artîs de bigre dest.”