1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Apê Musa Bi 'Qimil' hat bîranîn
Apê Musa Bi 'Qimil' hat bîranîn,apê,musa,bi,qimil,hat,bîranîn

Apê Musa Bi 'Qimil' hat bîranîn

A+ A-

21.09.2013

RIHA (DÎHA) - Zanyar, rojnameger û niviskarê kurd Musa Anter (Apê Musa) di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de bi lîstka şano ya "Qimil" ku mijara xwe ji pirtûka helbestê ya "Qimil" girt hat bi bîranîn.

Di 21'emîn salvegera qetilkirina zanyar, rojnameger û niviskarê kurd Musa Anter (Apê Musa) de mijara pirtûka wî ya helbesta a bi navê "Qimil" bû lîstika şanoyê. Lîstika şanoyê ji aliyê şanogerên Navenda Çand û hûnerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê ve hat listin. Di şanoyê de Musa Anter bi bîranîn. Bi sedan welatî, Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokê BDP'ê yê Wêranşarê Servet Kiliç, rêveber û endamên meclîsa şaredariya BDP'ê tevlî bîranîn û weşandina şanoyê bûn. Berî şanoyê di şexsê Musa Anter (Apê Musa) de hemû kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayê ji bo wan deqeyek rêzdarî girtin û bi bîranîn. Piştî wî sinevîzyona derbarê Musa Anter (Apê Musa) hat pêşandin. Di bîranînê de şanoya ku ji mijara pirtûka Musa Anter (Apê Musa) hat girtin hat pêşandin. Listika "Qimil" a ku ji yek perdeyê pêk dihat rastî eleqeyek mezin hat bi dawî bûna lîstikê re welatiya li ser lingan bi deqeyan çepik lêdan.

(my/mae)