"Aqûbeta Iraqê wê bê serê we"
Bayik hêzên herêmî hişyar kir: Aqûbeta Iraqê wê bê serê we
STENBOL 28.06.2014 07:01:02 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku DAIŞ ji Tirkiye, PDK, Erebîstana Siûdî, Qatar, Urdun û DYA piştgiriyê dibîne û anî ziman ku yên difikirin bi vê yekê re wê Osmanîtiya nû li Rojhilata Navîn serdest bikin, aqûbeta Osmaniyan wê bê serê wan.
Bayik ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî û da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Kurd û Tirkan hewl dide Rojhilata Navîn ji vê kaosê derxîne û got, "Heta roja îro Tirkiye îdare kir, lê belê êdî li hemû eniyan bi şikestinê re rû bi rû ye. Ev rewşeke ciddî ye. Eger Tirkiye vê rewşê fêm bike, Rêber Apo her tim hewl dide vê vebêje, Tirkiyeyê ji xeteriya parçebûnê rizgar bibe. Tirkiye ber bi karesatekê ve tê birin."
Hevpeyvîna Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Veysî Sarisozen wiha ye:
Birêz Ocalan weke sermuzakerevan diaxive. Dibînim ku şêweya axaftina wî gelekÎ cuda ye. Ji aliyê naverokê ve, ti cudahî di navbera we de heye?
Di Tevgera Azadiyê ya Kurd de rola Rêber Apo, ya me û ya siyaseta legal cuda ye. Divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe û pêwistiya wê bicih bîne. Wê demê evê hevdu temam bikin û biçin serî. Eger rol bên tevlihevkirin û neyê bicihanîn, hingî encam jê nayê. Tiştên Rêber Apo dibêje û yên em dibêjin ji hev cuda nînin. Hin derdor hewl didin cuda nîşan bidin. Hin ji wan jî vê yekê bi zanebûn dikin.
Çima vê dikin, armanca wan çiye?
Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke li ser şerê taybet hatiye rûniştandin e. Eger ev dewlet şerê taybet nemeşîne nikare xwe li ser piyan bigire. Li ve yekê şerê psîkolojîk jî hatiye zêdekirin. Şerê psîkolojîk, awayê kûr ê şerê taybet e. Bala xwe bidinê; ji dema avabûna Komarê û vir ve şerê taybet, şerê psîkolojîk tê meşandin. Dijmin tê afirandin û li hemberî vê têkoşîn tê dayîn. Civak li ser vê bingehê tê xapandin. Ev rejîm xwe bi vî rengî li ser piyan digire. Niha AKP a li hikûmetê û medya pê re, propagandayeke gelekî mezin dike.
Cewhera vê propagandayê çiye?
Rêber Apo bi awayekî cuda nêzî pêvajoyê dibe, hevserok cuda nêzî dibin, BDP cuda nêzîk dibe. Hewl dide di navbera van de nakokî û pevçûnekê nîşan bide. Ev yek çaresernekirina pirsgirêkê bi rêya siyasetê nîşan dide. Yên ku xwedî armanca çareseriyê be, vê yekê ti carî nake. Hewl didin nîşan bidin ku nakokî heye û civakê jî li ser vê bingehê manîpule bike. Bala xwe bidinê; li Tirkiyeyê li hemberî çepa demokartîk û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan propagandayeke bi vê rêbazê hatiye meşandin. Hînê jî bi vî rengî tê meşandin. Hînê hewl dide parçe bike. Ji hêzê bixe. Li ser vê bingehê hewl didin desthilatdariya xwe bimeşînin; ev taktîkeke. Tirkiye di vê mijarê de pispor e. Lê belê êdî ev hatine fêmkirin. Dibe ku hînê derdorekê fêm nekiribe. Lê belê PKK'ê û civaka Kurd ev baş fêm kiriye. Li Tirkiyeyê derdorên demokrat, derdorên çep dest bi fêmkirina vê kirine. Eger ev nuqte bê fêmkirin, li hemberî vê rejîmê têkoşîneke hevgirtî ya rast dikare bê meşandin û encam jê were stendin. Di rewşeke berevajî de nikare xwe ji manîpulasyonê rizgar bikin. Tevlihevkirina mêjiyan, ti carî encamê bi xwe re nîne. Pêwîste vê biterikînin. Rêber Apo sermuzakerevan e, weke Rêberê gel û tevgerekê, hewl dide rola xwe bicih bîne. Rêbaz, axaftin û zîhniyeta wê bi pêş dixîne. Tevgera me jî rola xwe dileyze. Hewl dide berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêbertiya xwe bicih bîne.
Bûyer û rewşa li Iraqê, di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de dikare rê li ber guhertinan veke?
Li Rojhilata Navîn kaosek, krîzek tê jiyîn. Bi pêngava DAIŞ'ê ya li Mûsilê destpê kir re krîzeke nû li vê zêde bû. Kaos û krîza heyî kûrtir bû. Bêguman wê bandorên vê hebin. Bandora xwe hem li Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem li Iraq, hem li Sûriye, hem li Îran hem jî li Tirkiyeyê wê bibe. Wê bandora xwe li genên nû yên Rojhilata Navîn be. Gelek hevsengî guhertiye û hînê jî wê biguehrîne. Di vir de vê jî destnîşan bikim; Li Rojava şervanên azadiyê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke mezin meşandin û dimeşînin. Heta roja îro DAIŞ'ê li her deverê encam girt, lê belê li Rojava encam negirt. Ji ber vê yekê berxwedana li Rojava ne tenê ji bo gelê li wir, ji bo hemû hêzên demokrasiyê, azadî û edaletê, ji bo gelan têkoşîneke rûmetê ye. Divê her kes piştî vê tevgera ji MÛsilê destpê kir û li herêmeke berfireh a Sunnî belav bû, rewşê baştir fêm bike, bibîne.
Divê çi bikin?
Pêwîste polîtîkayên xwe yên li hemberî Rojava di ber çavan re derbas bikin, biguherînin. Di vê mijarê de divê rexnedayîna xwe bidin. Eger berxwedana Rojava nebûya, DAIŞ ne tenê Iraq wê gelek herêmên Sunnî yên li Rojhilata Navîn bi dest bixista. DAIŞ rêxistineke nû nîne, berê jî xebatên wê hebûn. Hêzên destekê didin DAIŞ'ê hene. Tirkiye, PDK, Erebîstana Siûdî, Qatar, Urdun û DYA destek danê. Vê rêxistinê bi van alîkariyan di demeke kurt de encam stend. Piştgiriya ji derve û nerazîbûna gel a li nava Iraqê li rêveberiya Iraqê kirin yek û bi lezgîn encam wergirt. Vê yekê hevsengî guherand. Iraq parçe bûye, êdî kes nikare behsa Iraqa berê bike. Tevgera bi navê DAIŞ'ê hat meşandin Iraq parçe kir. Her wiha dibe ku bixwaze Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Îranê jî parçe bike.
Armancên wan ên esasî ku ye?
Divê bê zanîn ku Başûrê Kurdistanê wê bi xeteriya herî mezin re rû bi rû bimîne. Armancên wan ên esasî Rojava ye, lê belê tevahiya Kurdan dikin hedef.
Li hemberî vê divê çi were kirin?
Li dijî vê yekê divê hemû Kurd xwedî li Rojava derkevin. Tirkiye li gorî vê yekê wê polîtîkaya xwe biguherîne yan jî di polîtîkaya xwe ya heyî de israr bike, ev wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Eger polîtîkayên xwe biguherîne wê Tirkiye ji parçebûnê rizgar bibe, bûyerên li Iraq û Sûriyeye qewimîn dikare nejî. Tirkiyeya demokratîk, azad û xurt dikare yekitiya xwe biafirîne. Di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn jî dikare bibe modelek. Eger rêxistinên weke DAIŞ'ê destek bike, bifikire ku wê jê sûdê werbigire, eger di wê baweriyê de ye ku dikare Osmanîtiya nû li Rojhilata Navîn serdest bike û bi vî rengî bibe hêzek, hingî xefletekê dijî. Ev yek wê bi ti awayî li Rojhilata Navîn Tirkiyeyê neke hêzeke hegemon, dibe ku Komara Tirkiyeyê parçe parçe bike. Dibe ku bikeve rewşa Osmaniyan.
Xeta hûn dişopînin, rizgarkirina Tirkiyeyê ji vê belayê ye?
Rast e. Hewldana Rêber Apo ya li Îmraliyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkan e, hewldana rizgarkirina Rojhilata Navîn ji vê kaosê ye. Heta roja îro Tirkiye îdare kir lê belê êdî hatiye nuqteyeke şikestinê. Ev ji aliyê siyasî û aborî ve bi vî rengî ye, ji aliyê pirsgirêka Kurd ve, ji aliyê pirsgirêka Elewî ve, ji aliyê pirsgirêka demokrasiyê ve bi vî rengî ye. Bi tenê li eniyekê bi şikestinê re rû bi rû nîne. Li hemû eniyan bi şikestinê re rû bi rû ey. Ev rewşeke ciddî ye. Eger Tirkiye vê rewşê fêm bike, ku Rêber Apo her tim hewl dide vebêje, Tirkiye dikare xwe ji parçebûnê rizgar bike. Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibin. DAIŞ hat destekkirin niha bûye belayê serê her kesî. Herî zêde jî wê bibe belayê serê Tirkiyeyê. Jİ ber vê yekê divê Tirkiye vê rastiyê bibîne û vê şikestinê jî ji aliyê erênî ve pêk bîne.