Aram Tîgran li Kobaniyê û Girkê Legê hat bi bîranîn
KOBANÊ/GIRKÊ LEGÊ – Hunermend Aram Tîgran di 7’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Kobanê û Girkê Legê, hat bi bîranîn.
KobanêGISTI-BIRANINA-ARAM-TIGRAN (1)
Li Kantona Kobanê, ji bo bîranîna Hunermend Aram Tîgran, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şevbêrkek stranan, hat lidarxistin.
Di şevbêrkê de bi sedan endamên saziyên kantonê, amede bûn. Her wiha komên Tev -Çand, Botan, Şehîd Laleş û Gulava yên stranan, derketin ser dikê û stran gotin.
Di destpêk de li ser navê Kordînasyona TEV-ÇAND’ê Rohat Hisên axivî.
Rohat Hisên bal kişand ser jiyana Hunermend Aram Tîgran û ev tişt gotin: “Aram Tîgran, yek ji hunermendnê ji netewa ermenî ye. Lê di GISTI-BIRANINA-ARAM-TIGRAN (7)dîroka hunera kurd û şoreşa azadiya gelê kurd de xwedî cihekî mezin bû. Tîgran bandora xwe li ser tevgera azadiyê ya 40 salan kir û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dibêje ew yek ji kesayetên ku hesên welatparêziyê di wî de ava kirine ye.”
Rohat di berdewamiya axaftina xwe de got ku Aram Tîgran, yek ji kesayetên ku karibû temsîla wicdanê civakê bike. Ne her kesê ku staranan dibêje, dikare bibe hunermend. Ji ber ku huner peyveke ku pir waneyên cuda di hundirê xwe de vedişêre.
Girkê Legê
Tevgera Çand û Hunerê ya Girkê Legê bi heman boneyê, marasîmeke bîranîn, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Bajaroka Rimêlan, lidar xist. Di merasîmê de, bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.GISTI-BIRANINA-ARAM-TIGRAN (6)
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre belgefîlmek li ser jiyana hunerî ya hunermend Aram Tîgran, hat pêşandan.
Paşê axaftina destpêkirina merasîmê ji aliyê Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê Sîpan Xelat ve hat kirin û hat diyar kirin ku Hunermend Aram Tîgran bi eslê xwe Ermenî bû, lê di hunera wî de jiyana hevbeş û yekîtiya çarenûsa gelên Mezopotamiyayê hatibû vegotin.
Sîpan Xelat di axaftina xwe de rola Aram Tîgran a di pêşxistina hunera Kurdî ya resen de, berz hat nirxandin.
Di nava merasîmê de, ji aliyê komên stranan ên navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ve, hin stranên Tîgran hatin gotin.
Dawiyê dîlana foloklorî hat gerandin.
(rr-ah/dm)
ANHA