1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Arinç bi ‘agirê cehenemê’ dileyîze!.
Arinç bi ‘agirê cehenemê’ dileyîze!.,arinç,bi,agirê,cehenemê,dileyîze

Arinç bi ‘agirê cehenemê’ dileyîze!.

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ji bo gêrîlayan daxuyaniyekî provokatîf da

A+ A-

ANF - Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arin ji bo gêrîlayên di çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratbûyîna Tirkiyeyê de pêngavek dîrokî avêtin û xwe vedikêşin daxuyaniyekî provokatîf da û got, “Bila biçin binê cehenemê.”

Arinçê ku tevlî programa ji aliyê Kuluba Polîtîk Ekonomî ya Zanîngeha Koç ve hatî organîzekirin bû, di mijara 8’ê Gulanê vekişandina gêrîlayan de got, “Ger ji herderê ji ber vê hizûrê keyfxweşî çêbibe, ji vê yekê pêwîste em jî keyfxweş bin. Ji xwe em tiştek xirab nakin. Dîsan hêzên me yên ewlekariyê li ser peywira xwe ne. Dîsan ger hewil bidin çalakiya bikin, dê destpêkê pêşî lê bigirin û piştre hesabê jê pirsin, ev karê wane. Lê ger çalakiyê nekin, çi karê me ye em xwe ji wan aciz bikin? ‘Hûn çima diçin? Me dê hêj zebeş birî ba.’ Ma derfetê vê gotina me heye? Bila biçin binê cehenemê. Ma ger biçin pêwîst nîne ku em bi vê keyfxweş bibin?”

Arinç destnîşan kir ku, vekişîn tiştek girînge û diyarkir ku, “Dê kesên çekdar derkevin dervey sînor. Niha ew pêvajo destpêkir yan dê destpê bike. Ji ber ku di vê mijarê de her roj ji min dipirsin, ez girtî di axivîm. Bidawîbûna pêvajoyekê ji bo me girînge. Em di nava karekî pir zirav de ne. Em di xalekî ku dê li kuderê bi qete de ne. Lê belê em bi niyetek baş derketin rê. Ji bo me girînge ku çekdarên rêxistinê ji vir derbikevin.”