1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Arinç: Dibe hêj gelek bûyerên Roboskê bên jiyîn!
Arinç: Dibe hêj gelek bûyerên Roboskê bên jiyîn!,arinç,dibe,hêj,gelek,bûyerên,roboskê,bên,jiyîn

Arinç: Dibe hêj gelek bûyerên Roboskê bên jiyîn!

A+ A-

Enqere 14.01.2014 09:36:02 Cigiriê serokwezîrê tirk Bulent Arinç ku duh piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyaniyek da, der barê komkujiya Roboskê diyar kir kesên bi vî karî peywirdarê neçarin bikin. Arinç gefa; ger pêvajoya çareseriyê bi ser nekeve dê gelek bûyerên wek Roboskê bên jiyîn û ya herî bi êş ev e’ kir.

Arinç wiha got: “Ev bûyerek bi êş e. Ji vir şûnde ger ku ev di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorê bê fikirîn dê her tişt baştir bê fêm kirin. ger ew balafir nefiriyan, bombe nehatina avêtin ev ev kes îro li jiyanê bûna. Lê kesên bi vî karî re peyweirdar neçarin peywira xwe bikin. Ji ber vê divê em vê wek bûyerek bi êş bibîrbînin û piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê. Ger pêvajoya çareseriyê negihêje serkeftinê dê gelek bûyerên bi vî rengî bên jiyîn. Êşa esas ev e.

Arinç da zanîn ku di civîna Lijneya Wezîran de pêşiya pêşnûmeya qanûnê ya ku deriyê Dîwana Bilind ji fermandaran re bi referanduma 12’ê îlonan 2010’an hat vekirin dê bê îmzekirin û ji hikûmetê re bê şandin. Arinç got pêşnûmeya qanûnên ya ku di HSYK’ê de guherînê dihundirîne dê paşde neyê kişandin.

Arinç der barê nîqaşên HSYK’ê de wiha got: “Em makeqanûnên naguherin. Tenê hinek xalên di HYSK’ê de diguherînin. Pevçûnên li ser HSYK’ê tên kirin divê bidawî bin.

Em mijareke ku bi referanduma 12’ê îlona 2010’an ket makeqanûnê hinek dereng be jî em dikin wek qanûnê. Ew jî ji ber lêpirsîna sûcên der barê pewyirên Fermandariya Giştî a Cendermeyan der barê Fermandariya Giştî, fermandariya Bejayî, Behr û Hêzên Hewyî de tê sererastkirin.”

QANÛN DÊ PAŞVE NEYÊ KIŞANDIN

Arinç diyar kir ku makeqanûnên naguherin û pêşnûme jî şûnde nayê vekişandin û got: “pêşnûmeya qanûnê ya der barê HSYK’ê de li Komîsyona Edeletê ya TBMM’ê tê nîqaşkirin. Pêniyar bi pêşniyara hinek parlamenteran destpêkiribû û wek her pêşnûmeya qanûnê tê nîqaşkirin. Min di dîmenan de hinek pevçûn û nîqaş dîtin. Ez nekarim yek bi yek bêjim ev neheqin an jî mafdarin. Dîmenên wisa cara yekemîn li TBMM’ê tên jiyîn. Di destê kê de çi hebe davêje. Lê em tiştek nabêjin. Bila wijdana wan besiv bide.”