1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Arinç: PKK’ê êrîşeke bi aqil pêk anî
Arinç: PKK’ê êrîşeke bi aqil pêk anî,arinç,pkk,ê,êrîşeke,bi,aqil,pêk,anî

Arinç: PKK’ê êrîşeke bi aqil pêk anî

Cigirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç der barê çalakiya Çewlîkê de: Êrîşeke bi bi aqil pêk anîne.

A+ A-

Enqere - Cigirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç der barê çalakiya Çewlîkê ya ku zêdetirê 100 leşker mirin û ji 60’ê zêdetir jî birîdar bûn de wiha got: “Dema leşkerên me bi karwanê diçûn amûrên jammer jî li gel wan bû. Di vê navberê de terorîsatan êrîşeke bi bi aqil pêk anîne.”

Arinç di weşana zindî ya kanal NTV de çalakiya Çewlikê nirxand û wiha got: “Têkoşîna bi terorê re bi şîdetek mezin û bi aqil tê meşandin.”

Arinç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema leşkerên me bi karwanê diçûn amûrên jammer jî ligel wan bû. Di vê navberê de terorîsatan êrîşeke bi bi aqil pêk anîne û roketataran otobusa dawî hedef girtine. Li vir bersiveke pir qels dane. Ger ku wesayîtên pêşî hedef bihata girtin dê bersiv baştir bûya.”

LI GORÎ ARINÇ PKK ‘PERÎŞAN’ BÛYE!

Arinç wi pê de çû: “Bê guman neqleke wisa dikarîbû bi helikopterê jî bihata kirin.” Arinç îdia kir ku PKK’ê bi hewldanên xwe yê dawî qaşo “perîşan” bûye û wiha got: “PKK’ê wendahiyên mezin dane. Sala 2012’an ji bo xwe wek final dibînin. Gelê me bawer dike ku dê têkoşîna bi terorê re serkeftî bibe.”

BI PKK’Ê RE NIHA JÎ HEVDÎTIN DIDOME

Arinç di mijara hevdîtinên Osloyê de ku CHP’ê ji nû ve anî rojevê jî wiha got: “Ev tiştekî xeyrî cidiye. Salek berê hevdîtinên li cihên diyarkirî hatibûn kirin jixwe hatin deşîfrekirin. Ev hemû saleke tên axaftin. CHP ji ser pêvajoya Osloyê dixwaze li AKP’ê bixe. Birêz serokwezîr berê jî gotibû. Hikûmetê bi rêxistina terorê re hevdîtin nekiriye. Lê dibe ku dewlet bi hevkariya organên cuda hevdîtinan pêk bîne. Ger hewce be dê dîsa bê kirin. Belkî niha jî didome. MÎT an jî saziyên din divê hevdîtinan bidomîne.”

ANF NEWS AGENCY