1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Arjen Arî jî koçê xwe bar kir!..
Arjen Arî jî koçê xwe bar kir!..,arjen,arî,jî,koçê,xwe,bar,kir

Arjen Arî jî koçê xwe bar kir!..

Helbestvan, nivîskar û rewşenbîrê navdar ê kurd Arjen Arî li Amedê çû ber dilovaniya Xuda

A+ A-

Helbestvan, nivîskar û rewşenbîrê navdar ê kurd Arjen Arî ku beriya demekê bi nexweşiya pençeşerê ketibû, li Amedê çû ser dilovaniya xwe.

Helbestvanê navdar Arjen Arî berhemên mîna Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê li dû xwe hiştine û îroj li Amedê, ji ber nexweşîna penceşêrê çû ber dilovaniya Xuda.

Arjen Arî demek dirêj berhemên xwe bi mêhvanên malpera me Amîda Kurd´ê re jî parve kir û bû dewlemendiyekê ji bo xebatên me. Bila serê malbata wî, hezkiriyên wî û hemû gelê kurd xweş be. Xuda wî bi rehma xwe şad bike.

Redaksiyona Malpera Amîda Kurd