Arkeologan li Kurdistanê kevnareyan dîtin
Arkeologen Firansî li Kurdistanê 1515 parçeyên kevnar dîtin
Arkeologên Firansî di lekolîna 45 rojan a li Qasre Şemamiqê kirin de 1515 parçêyen kevnar dîtin.
Li Muzexaneya Şaristanî ya Hewlêr, di derbarê lekolîna berhemen kevnar a bi hevkarîya Tîmen Lîyonî û Sarbon a giredayi dewleta Firansî de li Qasrê Şemamiq a 30 kîlometre nêzî Hewlêr dûrê hatin dîtin, civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîne de berhemen kevnar ên di lekolîna arkeolokan de hatin dîtin hatin nasandin. Di nav wan perçêyan de 20 parçêyen kerpîç ku nivîsa bizmar ser heye, 1414 parçe gozê ya şikestî, 25 qûpê çay, 2 gûharê goh ku bironz hatîye çekirin, yek parçê çira, yek toka ye por, 15 peykerên piçûk ye mirov û ajalan, yek dinare bironz, 7 sînarê derî, yek amrazê dûrîn ku postê ajalan hatîye çekirin, yek têşt, şêş morî xinavkê, yek çiro bi rûn kar dike, yek bazin ku bi şûşe hatiye çekirin, 15 parçêyen hesin û bironz ku he ne dîyarin çine, yek parçeya neqşê ser dûvar, yek tablo ku nivîsine bizmarî sere.
Di civîne de Berpirsê Mûzexaneya Hewlêr, Balyoza Firansî Firediric Tiso, Profosorên Arkolojîye Olîvya û Marya Garsîa di derbarê lekolînan de agahî dan çapemenî. Di civinê de hate destnîşankirin ku ev ye xebaten xwe ya berhemen dîrokî û kevnar ye bidomînin.
(dk-mk/mae)