Armanc xwedî derketina li çanda Kurd û nirxên azadiyê ye
11:37 24.10.2013 1 / 4 BERÎTAN SARYA
MEXMÛR (DÎHA) - 6'emîn Mîhrîcana Ş. Berîtan ya Wargeha Ş. Rustem Cûdî wekî çalakiyeke xwedî derketina li çanda Kurd û Nirxên Azadiyê, di navbera 25-28'ê Cotmehê de wê bê lidarxistin. Endama Koordinayona Meclisa Îştar û Endama Komîteya Amadekar Asya Gabarî dest nîşan kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şênberbûyîna nasnameya Kurd ya Azad e û got: "Ji ber vê jî em mîhrîcana xwe diyarî şehîdên Rojavayê Kurdistanê dikin."
Mîhrîcana Şehît Berîtan ya Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmur) ku ji 2005’an heya niha ji aliyê Meclisa Îştar ya Mexmûrê ve tê lidarxistin, îsal ji bo piştgiriya pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad'' dîsa wê were lidarxistin. Ji bo Mîhrîcana ku bi şîara "Dem Dema Di Xeta Şehît Berîtanê De Rizgariya Demokratîk e; Di Xeta Şehît Sarayê De Avakirina Jiyana Azad e” dê bê lidarxistin, amadekarî hatin kirin. Endama Koordinayona Meclisa Îştar û Endama Komîteya Amadekar Asya Gabarî di derbara armanc, amadekarî û bernameya 6'emîn Mîhricana Şehît Bêrîtan de ev agahî dan:
'Em ê li xeta Bêrîtan xwedî derkevin'
Asya Gabarî anî ziman ku ji aliye Meclisa Îştarê ve ji 2005’an heya niha ev mîhrîcan tê lidarxistin. Asya Gabarî got, ku wan xwestiye bi vê Mîhrîcanê hem gerilaya PKK'ê Berîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr bînin, hem jî xizmeta nirxên çandî û têkoşîna azadiyê bikin. Gabarî li ser vê mîjarê gotinên xwe wiha domand; "Tê zanîn Hevala Bêrîtan di 25'ê Cotmeha 1992'an de di dema şêrê xiyanetê de ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji zinaran diavêje û şehît dikeve. Ji bo me li hemberî xiyanetê xetek ava kir. Ew ne tenê bi vê çalakiyê hat vê astê. Em dizanin ku di jiyana xwe de jî her tim li gorî nirxên azadiyê tevgeriyayê. Ji bo me bi rastî xeteke têkoşîn û azadiyê ye. Her tim nirxên azadiyê diparast. Tê zanîn ku heval Bêrîtan û şehîdên din bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê em ji asta civakek ku ketiye rêya biyanîbûna li xwe û xwe nas nake, anîn asta gelekî ku xwe û çanda xwe nas dike û ji bo xwe têkoşînê dide. Pêwistê em her tim vê xetê biparêzin û jiyan bikin. Vayê em dixwazin bi vê Mîhrîcanê xizmeteke wiha bikin. Me şiara mîhrîcanê wekî “Dem Dema Di Xeta Ş. Bêritanê De Rizgariya Demokratîk e; di xeta Ş. Sarayê de Avakirina Jiyana Azad e” diyar kir. Ji ber ku em wekî her jin û mirovên Kurd, jiyana Ş. Sarayê jiyana Tevgera Azadiya Jinê dibînin. Jiyana Şehît Sara şênberbûyîna pergal û nasnameya Jina Azad e."
Gabarî da zanîn ku li ser çanda komûnal û çanda Kurd ji aliyê hêzen kapitalist û dewletên dagirker ve êrîşeke dijwar tê meşandin. armanc bi rêya mîhrîcanê pêk bînin dana naskirin, hezkirin û parastina çanda Kurdan e.
Em mîhrîcanê diyarî şehîdên Rojava dikin
Asya Gabarî diyar kir ku mîhrîcana îsal ji bo piştgiriya Pêvajoya Rizgariya Demokratîk wekî taybet tê çêkirin û ew, vê mîhrîcanê diyarî şêhîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin. Gabarî li ser vê mîjarê wiha got: “tê zanîn Rêber Apo îsal di Newrozê de pêvajoyeke nû da destpêkirin. KCK'e jî li gorî vê tevgeriya. Lê ji ber ku dijmin gav neavêt ev pêvajo hat asta xetimandinê. Lê belê Rêberê me wekî her tim dibêje “hûn bi xwe jiyana demokratîk û xweseriya demokratîk avabikin. Hemû pêwistiyên xwe yên wekî sazî, dibistanên bi Kurdî, pergal hûn bi xwe amadebikin û biparêzin dê wê demê dijmin neçar bimîne. Em wekî gelekî dikarin her tiştê xwe bi xwe pêk bînin û bi parêzin. Mexmûr jî wek mînakê vê ye. Lê em nikarin bêjin her tişt temam e. Pêwist e em pergala xwe hîn pêşbixin. Em dikarin çanda xwe hîn zêdetir nas bikin, jiyan bikin û bidin naskirin.
Ji aliyê din ve jî ji 2012’yan heya niha li Rojavayê Kurdistanê Şoreşa Kurd pêk tê. Tabî ev ji bo Kurdan jî ji bo cihanê jî giring e. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj e li hemberî her cûre êrişên hêzên qirêj û hevkarê Kurd rû bi rû man. Gelê Rojava û hêzên YPG û YPJ ji bo ku şoreşê biparêzin pir şêhît dan û didin. Em dikarin bêjin xeta Bêrîtan niha li Rojavayê Kurdistanê di asta bilind de tê temsil kirin. Em jî Mîhrîcana Ş. Berîtan diyardeyî şehîdên Rojavayê Kurdistanê dikin."
'Amadekareyên me temam bûn'
Asya Gabarî dest nîşan kir, beriya 3 mehan bi komiteyên amadekar ku tê de hemû nûnerê saziyên wargehê cih digire dest bi amadekariya mîhricanê kirine. Asya Gabarî li ser pêvajoyê amadekariyan wisa axifî:”komiteya me ya Amadekar 11 kes bû. Xebatên hûner ji aliyê Saziya Çandê ya Wargehê û Wakfa Jinê ve hatin amadekirin. Karê teknikî jî piranî ji aliyê Şaredariyê Wargehê ve hatin pêk anîn. Em wekî Meclîsa Îştar jî dekora dikê çêdikin. me ji bo pêşwazîkirina mêvanan jî amadekariyên xwe temam kir. Ji ber ku ji dervê mêvanên me tê pirsgirêka bi cih bûyîn çêdibe. Ji ber vê jî me cih amadekir."
Bernameya mîhrîcanê pir rengîn e
Asya Gabarî li ser bernameya mîhrîcanê jî wiha agahî da: me hewl da bernameya mîhrîcanê wekî çanda Kurda rengîn bibe. Ji ber vê, bi mehane komên folklorê, dengbêjên û muzikan amadekariya xwe kir. Ya din xwendekarên wêne, wêneyên xwe amade kirin. Ya din di bernameya mîhrîcanê de xwerina gelerî ya komûnal heye, pêşkeşkirina şano, sinevizyon, turnuwaya basketbol ya jin û panel hene. Me ji Başûr, Bakur, Ewropa hûnermendên Kurd, komên folklor û muzikê vexwend mîhrîcanê. Sedem çi ye em nizanin jî piranî hûnermendên Li Bakûre Kurdistanê yan jî Ewropa kar dikin naxwestin werin tevlî mîhrîcanê bibin. Dîsa hûnermendên ku berê tevlî mîhrîcanê bûne wan gotin ku dikarin werin, beşdarî mîhrîcanê bibin. Ji xeynî vê jî ji bo ku em mîhricaneke rengîn amadebikin astengî derneket." Asya Gabarî di dawiya axaftina xwe de hemû Gelê Wargeha Şehît Rustem û giştî Kurdistanê vexwend Mîhrîcana Şehît Bêrîtan ya Mexmûr û got ''em bi coş, bi reng û dengê xwe tevlî mîhrîcanê bibin û hêzâ xwe bikin yek.''
Bernameya mihrîcanê
Mîhrîcanên ku bi armanca piştgiriya Pêvajoya Rizgariya Demokratîk ku ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve hat destpêkirin diyarî şehîdên Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Bernameya Festivalê ku ji bo dane naskirina çanda Kurd pir bi rengînî hatiye amadekirin wiha ye:
Roja 25 Cotmehê
Seat 9 meşa jinê dest pê dike û vekirina pêşangehê Êvarê; seat 6 30 destpêdike Bernamaya Şeva Yekê Koma Ş. Berçem Axaftina vekirinê Koma Govendê ya Weqfê Nahîde Hewramî Sînevîzyon Koma Dîcle Firat Önder Deniz Seat 3-4’ê rojê Turnavaya Voleybol, Fotbolê
Roja 26 Cotmehê
Seat 12 Xwerinên Herêmî Piştî Nîvro Panel Seat 3-4’ê rojê Turnavaya Voleybol û Fotbolê Roja Duyê; Êvar Seat 6 30 dest pê dike Koma Rojava Kurte Fîlm Koma Qereçox a Mexmûr ya Govendê Zelal Gökçe Koma Govendê a Herêma Botanê Koma Zagros Helîm Omerî
Roja 27 Cotmehê
Bernamaya Roj Piştî Nîvro Şano Seat 3-4 Fînala Maça Voleybol û Fotbolê Bernameya Şeva Sê Koma Weqfê Melak Rojhat Koma Govendê ya Eyşê Casim Rojvan Defîle Yunus Agirî Koma Govendê ya Çelê Erol Berxwedan
(mae)