´Artêşa Azad dixwaze herêmên kurdî kaşî nav agir bike´
ENKS û EGRK: Artêşa Azad dixwaze herêmên kurdî kaşî nav agir bike
Mihemed Tahir
Hewlêr (Rûdaw) – Berî du rojan li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û Artêşa Azad a Sûriyê jî berpirsyartiya wê teqînê girt ser xwe. ENKS û EGRKê li hemberî çalakiyên artêşa azad ên li rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Endamê ENKSê Nûrî Birîmo derbarê teqînê de ji Rûdawê re got: “Artêşa azad dixwaze rojavayê Kurdistanê kaşî nav agir bikin. Divê artêşa azad berê xwe bide herêmên ku rejîm lê hene, wê were herêmên me ji çi rizgar bike?” Berdevkê EGRKê Şêrzad Adil jî ji Rûdawê re got: “Em ne li dijî artêşa azad in, lê em wek kurd naxwazin navçeyên me bibin cihê şer, şiddet û şerê mezhebî.”
Roja 30.09.2012an li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encamê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn. Artêşa azad jî berpirsyartiya teqînê girt ser xwe û di daxuyaniyekê wiha got: “Ji bo em Qamişloyê rizgar bikin, da bi wê yekê jî Reqa û Dêre Zor ên ku hatine rizgarkirin bigihînin hev; emê çalakiyên xwe yên li Qamişloyê zêde û berfireh bikin.”
Artêşa Azad dixwaze herêmên kurdî nav agir bike
Berdevkê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û endamê ENKSê, Nûrî Birîmo derbarê teqîna li Qahîreyê û berpirsyartiya ji aliyê artêşa azad ve ji Rûdawê re axivî. Birîmo di vê derbarê de got: “Artêşa Azad a Sûriyê dixwaze herêmên rojavayê Kurdistanê kaşî nav agir bike. Me heta niha wekî serkirdayetiya siyasî ya kurd, ENKS û Desteya Bilind a Kurd (DBK) hewl daye ku em herêmên xwe biparêzin. Artêşa Azad tiştekî din difikire, çawa herêmên kurdî ji bo berjewendiyên xwe kaşî nav agir bike û tûşî kuştinê bike. Dixwazin çawa balefirên dewletê li Helebê, Hûmis û Hemayê dixin, bi wî awayî li Qamişloyê jî bixin.”
Em ne li dijî artêşa azad in, lê tiştên dike xelet in
Birîmo rexne li van kiryarên artêşa azad girt û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ev hewldaneke û bi baweriya me sernakevin. Ti hembêzek ligel me nîne ku artêşa azad di nava me de bijî, xwe veşêre û teqînan lidarbixe. Ev jî nayê wê wateyê ku em li dijî artêşa azad in, lê tiştên dike xelet in. Divê artêşa azad berê xwe bide herêmên ku rejîm lê hene, li herêmên me rejîm nîne, çima berê xwe dide herêmên me. Wê were herêmên me ji çi rizgar bike? Herêmên me berê rizgar bûne û rejîm newêre xwe tûşî me bike.”
Nûrî Birîmo pirsa ‘Gelo armanca artêşa azad dagirkirina herêmên kurdiye? Pirsiye û wiya pêdeçû: “Artêşa azad li Efrîn, Cezîre, Kobanê û Qamişloyê wisa kirin, em jî dikarin bi niyetekî xirab temaşeyî wan bikin. Armanca wan çiye, gelo armanca wan dagîrkirina herêmên kurdiye? Belkî niha rejîma Esed ji nav me diçe, em hest bi metirsiyekê dikin ku niyeteke xirab a artêşa azad hebe. Ger niyeta wan ne xirab be, bila biçin Dêre Zor, Idlib û Helebê rizgar bikin? Çima li herêmên kurdî teqîn û pirsgirêkan çêdikin.”
Li ser pirsa ‘Ji bo pêşî li çalakiyên artêşa azad ên di nava herêmên kurdî de bê girtin divê aliyê kurdî çi bike?’, Nurî Birîmo got: “Em nerazîbûnên xwe didin diyarkirin. Xala duyemîn jî em gelê xwe hişyar dikin ku ev nikarin xwe di nava me de veşêrin, mezin bibin an jî bixwin û vexwin. Bi baweriya min jî emê bikarin di wî warî de kar bikin. Di vê qonaxê de em singê xwe nadin artêşa azad û ligel wan şer nakin. Ji ber em herdu hêzin û divê li dijî rejîma Esed kar bikin.”
Berdevkê ragihandina El-Partî Nûrî Birîmo diyar kir ku ger çend kurd di nav artêşa azad de hebin, ev nayê wê wateyê ku hêzekî kurdî be. Ew hêzekî erebiye û îslamiye, ne tenê erebiye.
Em li dijî wê yekê ne li Qamişloyê teqînan çêkin
Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Şêrzad Adil jî derbarê teqîn û daxuyaniya artêşa azad de axivî. Adil ji Rûdawê re got: “Bê şik ew karekî terorîstî bû. Em li dijî wê yekê ne li Qamişloyê teqînan çêkin. Ji ber em kurd ji despêka şoreşê ve bi awayekî sivîl, dûrî şiddet û leşkerî xebatê dikin. Ev teqîn jî di xizmeta rejîmê de ye, ji ber rejîm wê ji van kiryaran sûd wergire û ji bo bajaran xirab bike. Em wek kurd naxwazin navçeyên me bibin cihê şer, şiddetê û şerê mezhebî. Bi ti awayî em qebûl nakin rojane teqîn bên kirin û bi dehan kes bên kuştin. Şoreşa me sivîle, bi rengekî aştiyane xwepêşandanan dike û dûrî şiddetê ye.”
Şêrzad Adil di dirêjiya axaftinên xwe de got: “Ez bawer nakim artêşa azad ew hêz hebe ku bikare li herêmên kurdî çalakiyên xwe berdewam bike. Li rojavayê Kurdistanê hebûna artêşa azad nîne, ji bo parastina gel jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hene. Ne pêwîstiya me bi bihaneyên artêşa azad û ne jî bi ya aliyekî din heye. Em li dijî van êrişane ne û qebûl nakin li navçeyên me tiştên wisa rûbidin.”
Em li dijî artêşa azad in, lê em ne ligel şêweyê wê ne
Berdevkê EGRKê bersiva pirsa ‘Gelo artêşa azad dixwaze şer bêne rojavayê Kurdistanê?’ da û wiha pêdeçû: “Ji despêka şoreşê ve hinek hewldan hene ku şer bênin herêmên kurdî. Artêşa Azad di daxuyaniya diyar kir ku ev despêkeke ji bo herêmên kurdî. Ev tenê di ragihandinê de tê kirin, ji ber ti hebûna wan li rojavayê Kurdistanê nîne. Gel ne ligel wan e, nûnerê gelê Kurd ên çekdarî YPG hene. Ew jî ji bo parastina gelê kurd e, ne ji bo êriş û şiddetê ye. Di aliyê siyasî de Desteya Bilind a Kurdî (DBK) nûnertiya kurdan dike.”
Şêrzad Adil got ku ew ne li dijî artêşa azadin û daxuyand: “Em wekî kurd ne li dijî artêşa azad in, lê ew nûnertiya me nake. Em ne ligel şêweyê artêşa azad in; lê em gefên wan jî napejirînin. Em qebul nakin bên navçeyên me û navçeyên me bikin cihê şiddetê û bihaneyan bidin rejîmê ku bajarên kurdan xirab bikin û gelê me bikuje.”
Bersiva ji bo her destlêwerdanekê yekrêziya kurdan e
Ji bo pêşî li çalakiyên artêşa azad ên li rojavayê Kurdistanê bên girtin jî berdevkê EGRKê Şêrzad Adil wiha got: “Bersiva ji bo vê yekê û her destlêwerdanekê jî yekrêziya kurdan, avakirina Desteya Bilind a Kurd (DBK) ya ji herdu Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî (ENKS) pêktê ye. Vê jî hêza kurdan zedetir kiriye, cîbicîkirina biryaran jî bersiva herî rast a van çalakiyan e. Hewldanên şiddetê jî bi zanebûn tên kirin û ji bo rewşa herêmên kurdî têk biçin. Mixabin destê hinek aliyên kurdî yên wekî cemaeta Selah Bedredîn di van bûyeran de hene. Ev jî kesên erzanin û bazirganiyê bi xwîna kurdan dikin. Ev jî kesin û di pratîkê de nûnertiya ti aliyekê nakin.”