1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Artêşa Azad xwe avêt bextê YPG'ê
Artêşa Azad xwe avêt bextê YPG'ê,artêşa,azad,xwe,avêt,bextê,ypg,ê

Artêşa Azad xwe avêt bextê YPG'ê

A+ A-

ELBAZ UMER 09.10.2013 09:28:25 Hate ragihandin ku endamên Artêşa Azad ên ku li bajaroka Sirîn a Reqayê rastî êrîşa komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine, xwe avêtine bextê hêzên YPG'ê yên Kobanê. Balkêş e ku yên xwe avêtine bextê hêzên YPG'ê, endamên komên ku beriya niha bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê re êrîşî Kurdan kine.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li herêma Sirîn êrîşî komên çekdar ên Artêşa Azad kirin û pevçûn derket. Hate gotin ku di pevçûnan de gelek endamên Artêşa Azad hatin kuştin, her wiha hin endamên Artêşa Azad dîl ketine destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û serê wan hatiye jêkirin.

Hate gotin ku endamên Artêşa Azad ku piraniya wan ji Erebên herêmê ne, ji ber dijwariya êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê reviyane gundên Kobanê û xwe avêtine bextê hêzên YPG'ê. Hate diyarkirin ku endamên Artêşa Azad ji hêzê YPG'ê xwestine ku malbatên wan ên di nava şer de mane jî xilas bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê malbatên hin endamên Artêşa Azad rizgar kirine.

BERÊ ÊRÎŞÎ KURDAN KIRIN, NIHA JÎ XWE AVÊTIN BEXTÊ KURDAN

Endamên Artêşa Azad ên ku xwe avêtin bextê Asayîşê ji ANHA'yê re axivîn. Yek ji fermandarên van koman Elî Mihemed Mihemed ê girêdayî Tabûra Ehrar El-Şam ku beriya demkê di êrîşên Girê Spîr (Til Ebyed) li kêleka Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî kurdan dikirin, diyar kir ku wan hewl dane ku êrîşî tabûra rêjîmê ya 93’yan bikin, lê rastî êrîşa Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine. Mihemed destnîşan kir ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê depoyên genim ên bajaroka Sirîn vala kirine û îdîa kir ku wan ne dihiştin endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê depoyên genim vala bikin, lê nekarîne asteng bikin. Mihemed destnîşan kir ku 2 roj beriya niha li herêma Til El-Semin a Reqayê bûn û ji nişka ve rastî êrîşên endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine. Mihemed da zanîn ku di encama êrîşên ku 2 tangên wan, 4 wesayîtên doçka li ser û topek 23 û yek a 2,5 ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ve hatine destserkirin de wan berê xwe daye gundê Heraniyê.

Endamê tabûra Elcîhad Fî Sebîl Elah a girêdayî Artêşa Azad Ebdullah El-Ebdela jî da zanîn ku piştî di êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de têk çûn, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê îşkence li endamên wan û cenazeyan kirine. El-Ebdullah diyar kir ku hemû endamên tabûrê çekên xwe hiştine û berê xwe dan herêmên Kurdî. El-Ebdullah destnîşan kir ku xwe radestî hêzên YPG’ê kirine. El-Ebdullah da zanîn ku hêzên YPG’ê û Asayîşê yên gundê Kerek ê Kobanê bi dilekî fireh pêşwaziya wan kirine. El-Ebullah destnîşan kir ku endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê endamên Artêşa Azad Îsa El-Esker, Ferhan El-Esker, Xalid El-Misin û yek ji kurên Ehmed Xelef El-Haşim kuştine.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku endamên komên çekdar ên Artêşa Azad ku xwe avêtine bextê Asayîşa gundê Kerek ê Kobanê, xwestin ku xizmên wan ên asê mane xilas bikin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê kesên karîbûn xilas bikin anîn gund.

Yek ji jinên ji aliyê hêzên Asayîşê ve hate rizgarkirin û nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi 40 wesayîtên doçka êrîşî gundê wan kirine û hemû endamên tabûra Ferhan El-Esker a girêdayî Artêşa Azad kuştine.

Endamê Asayîşa gundê Kerek a Kobanê Mistefa Dadalî diyar kir ku endamên Artêşa Azad û xizmên wan mêvanên wane û dê li gorî imkanên xwe xwedî li wan derkevin.