Artêşa Lîbyayê: Tirkiyê li Lîbya û Sûriyê pişgiriya çeteyan dike
NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Lîbyayê got ku Tirkiyê piştgiriya komên çete yên li Sûriyê û Lîbyayê şer dikin dike.
Rojnameya Şerq El-Ewst El-Erebî di nûçeyeke xwe de got ku Artêşa Lîbyayê gotiye ku TIrkiyê piştgiriya çeteyên li Sûriyê û Yemenê şer dikin dike. Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku tewambarên hatine kirin kirin piştî Artêşa Lîbyayê gemiyeke bazirganiyê ya girêdayî Şirketekeî Tirkî ku ala Cuzur El-Kok li ser hatibû dalqandin bombebaran kir, hatiye kirin. Di encama bombebarana gemiya ku ji Ispanya ber bi Lîbyayê ve bi rê ketibû de pîlotê gemiyê yê sêyemîn ku ji hemwelatiyên Tirkiyê ye hate kuştin, her wiha hin xebatkarên gemiyê birîndar bibûn.
Di nûçeyê de hate gotin ku Artêşa Lîbyayê gotiye ku wan dikarîbû gemiyê bi temamî birûxîne, lê ji ber tevî hemû hişyariyan ji bo kontrolkirina bar yan derketina ji sînorê ava Lîbyayê derkeve, rayedarên gemiyê bersiv ne dan, Artêşa Lîbyayê gemî sivik bombebaran kir.
(dc)