Artêşa Tirk bombe kir HPG'ê bersiv da
ANF - BEHDÎNAN Artêşa Tirk, bi top û hewanan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, ku gerîlayên HPG'ê di rewşa vekişînê de ne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (NÇR-HPG) da xuyakirin, ku di 18'ê Gulanê saet navbera 18.00 û 18.30 de, artêşa Tirk bi top û obusan êrişî girê "Şehîd Rehîme" yê li herêma Zagrosê kiriye. NÇR-HPG'ê got, "Gerîlayên me jî bi heman rengî bersiv dane êrişê."
Hat ragihandin, ku roja 17'ê Gulanê jî saet di navbera 19.00 û 20.00 de li hemberî qada Xapuşke ya Çiyayê Govendê jî bi top û obusan êriş hatine kirin. Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Di 17'ê Gulanê de saet di 17.00'an de 2 helîkopterên kobra yên artêşa Tirk a dagirker ên ji navçeya Şirnex Qilabanê dihatin, xwestin ji herêma Şehîd Kendal sînor derbas bikin û derbasî geliyê Kûranîş bibe. Li ser bersivdayîna gerîlayên me, helîkopterên kobra neçar mane xwe vekişînin."