Artêşa Tirk ji hev dikeve: 8 hezar leşkerên pispor îstîfa kir!
Artêşa Tirk ya ku li dijî gerîlayên HPG’ê têk diçe, niha bi îstîfakirinan balê dikişîne ser xwe.
Artêşa Tirk ya ku li dijî gerîlayên HPG’ê têk diçe, niha bi îstîfakirinan balê dikişîne ser xwe. Serokê Komeleya Serleşkerên Pispor yên Teqawît (EMUZDER) Esef Merdanoglu diyar kir ku di sala dawî de 8 hezar leşkerên pispor îstîfa kirine û got ku di sala 2010’an de hejmara leşkerên pispor 67 hezar û ev hejmar niha bûye 35. Merdoglu da zanîn ku ji ber ku di yekineyên têkoşîna bi terorê re leşkerên pispor nemane, leşkeran digirin tîman.
Merdoglu der barê mijarê de wiha dibêje: “Ji tîmên bi terorê re têdikoşin de mînak; di Tugaya Komando ya Boluyê 750 leşkerên pispor hebûn. 400’an îstîfa kir. Di tugaya Komando ya Qeyseriyê jî 800 heb hebûn; ev hejmar ji ber îstîfayan daket 400. Li Sêrtê 700 bû daket 300. Li Dêrsîmê 850 bû daket 450’yî. Hêzê Çekdarî yên Tirk daxuyaniyek dabû û gotibû ji meha mijdara 2012’an heta niha hejmara personelên leşkerên pispor daketiye 46 heza bû. ji ber zehmetiyên mafan 8 hezarî peyman nû kir. 5 hezar û 700 ji ber temen veqetiyan. Artêşa tirk ya ku pisporên wan neman niha tîmên bi terorê re têdikoşin dişînin ser peywirê.”
Merdoglu da zanîn Wezareta Parastina Netewî artêşa profesyonel mixabin roj bi roj dihelîne û wiha got: “Me gotibû bi personelê peyman pê re hatiye kirin artêşa profesyonel çênabe. Em mafdar jî derketin. Rayedar dibêjin mafên pisporan bê rastkirinû bendewariyan zêde dike. lê ev soz tu carî nayên cih. Ji ber vê yekê jî artêşa profesyone roj bi roj ji hev dikeve.”
AKP’ê di sala par de leşkerên bi pere ji bo li dijî gerîlayên Kurd şer bikin, şand yekîneyên li ser sînor û komando. Piştî peymana fîzikzî û devkî ya van leşkeran, peymaneke din bi bi van leşkeran didin îmzekirin. Di peymana ku tê îmzekirin de, leşkerên bi pere nikarin ji bilî pereyê ku di çarçoveya Qanûna Leşkerên Peymanbestî û Leşkeran de tê dayîn, nikarin zêdetir bixwazin, ger ev leşker hatin kuştin jî, tenê dê ji malbatên wan re bê gotin.
Nûsheyek a peymana yekemîn didin leşkerên ku bi pere yên ku peymanê qebûl kirine, di peymana duwemîn de jî tenê kopiyek wê heye, ew jî li ba Fermandariya Hêzên Bejahiyê dimîne.
Leşkerek ku ji bo leşkertiya bi pere serlêdan kir û hat qebûlkirin, agahî da ANF’ê û diyar kir ku serlêdana pêşî li yekîneyên leşkerî tên kirin, piştre li Fermandariya Hêzên Bejahî tên perwerdekirin, piştî lêpirsîna ewlekariyê, piştre jî peyamanek bi nûsheyeke tenê bi wan didin îmzekirin, di vê nusheyê de tê gotin ku leşker daxwaza tazmînatê nakin û mirina van leşkeran dê tenê ji malbatên wan re bê ragihandin.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz, bersiv da pirsnameya Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurt û di pirsnameyê de bersiv dabû hemû pirsên Kurt, lê tenê pirsa “Gelo mirina van leşkeran ji raya giştî re tên ragihandin an na?” nebersivandibû.
Ev projeya leşkerên bi pere, bi armanca li dijî PKK’ê bi kar bînin, di 10’ê adara 2011 de hate rojeva Meclîsê û hate qebûlkirin, di 22 Adara 2011 de jî di çarçoveya Qanûna Leşkerên Peymanbestî û Leşkeran de ket meriyetê.
Li gorî vê qanûnê, heta niha jî li 57 navendan dikarin serlêdan bikin û leşkerên ku leşkertiya xwe qedandine dikarin bi rêya înternetê serlêdan ji bo leşkertiya bi pere bikin.
Li gorî qanûnê, kesên ku şertan bi cih tînin, li Fermandariya Navenda Personel Temîn a Hêzên Bejahî ya li Enqereyê rapora tendurisityê digirin û di ezmûnên testa qabiliyetê û devkî re tên derbaskirin. Di peyaman bi devkî de, namzedên ji bo vê yekê di testên psîkolojîk re têne derbaskirin. Di peymana devkî de j namzedan pirsên weke hûn derbarê mirinê de çi dihizirin, hûn dikarin kesek bikujin an na, gava di TV’yan de nûçeyên “şehîd” derbas dibe, hûn çi hîs dikin, tê pirsîn.
Piştî lihevkirin û ezmûnên li Fermandariya Hêzên Bejahî ya li Enqereyê tê kirin, kesên ku serlêdanên wan têne qebûlkirin, peymanê îmze dikin. Namzedên ku peyman pêşî îmze dikin, piştî 45-60 rojan, ger sicîla wan a “edlî” paqij be, dîsa bangî Enqereyê dikin û bi wana îmzeya sereke didin avêtin.
Di peymana sereke de, kesên ku ji çarçoveya Qanûna Leşkerên Peymanbestî û Leşkeran sûd werbigirin, ger bi mirin an jî birîndar bibin daxwaza tazmînatê nayê kirin, ger bêne kuştin jî dê tenê agahiyê bidin malbatên wan.
PEYMANA SEREKE NADIN ME
Leşkerek ku li Fermandariya Baskordiya Amedê serlêdana wî ya ji bo leşkertiya bi pere hate qebûlkirin û nexwest navê xwe aşkere bike, got ku ji ber ku kar û pîşeyek din ê wî tune ye, wî vî karî qebûl kiriye. Leşker diyar kir ku wî ji bo asta duwemîn a leşkertiya bi pere serlêdan kiriye û li Enqereyê hatiye ezmûnkirin.
Leşker da zanîn ku di dema ezmûnê de li Fermandariya Hêzên Bejahî ya li Enqereyê, de bînbaşi, astsubay û sivîl jî amade dibin û got; “bi awayê pirs û bersiv hevbînî (muleqat) dikin. Heyet ava dikin. Ji di nava wan de sivîlên kal hene, sûbay hene. Gava dor hat min, ji min pirsên weke ‘Tu dê mirovan bikujî?, ‘Gava di TV de nûçeyên şehîdan derbas dibin, tu çi hîs dikî’, ‘Ger fermandar bêje kesek bikuje, tu dê bikujî?’, ‘ Tu ji bo mirinê çi difikirî?’, ‘Eleqeya te ji bo zayenda dijber çi ye?’, ‘Tu çima dixwazî bibî leşkerê bi pere’ ji min pirsîn. Piştî hevîniyê ji min re gotin ‘Em ê te agahdar bikin’ ez jî vegeriyam. Piştî mehekê careke din bangî min kirin. Çûm Enqereyê. Li vir piştî peymana pêşî, peymanek didin didin îmzekirin.”
Leşkerê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku belgeya ku bi wan didin îmzekirin yek nusha û ligel gelek nivîsên fermî, di rewşên mirin û birîdariyan de jî tazmînatan qebûl nakin û di rewşên mirinê de malbatên û ger malbatên wan tunebe jî 3 kesên nêzî wan divê navê wan bên nivîsin.
WEZÎR YILMAZ BERSIVA PIRSÊ DABÛ
Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurd di meha hezîranê de pirsnameyan ji 5 pirsan dabû û bi daxwaza ku Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz bersivê bidê de, pirsa bila mirinên leşkerên bi peyman bê vegotin û xalek der barê pêkneanîna merasîma cenazeyê de heye an na kiribû.
Pirsa Adîl Kurd ya wekî: “Di peymanên ku leşker û personelên di yekineyên profesyonel ku di herêmên pevçûn lê diqewimîn, îmze dikin der barê mafê wan de di rewşa mirina wan de esasên taybet an jî esasên wan hene? Di vê wateyê de ger mirinên li herêmê çêdibin beyaneke bi vî rengî ya ku ‘bila mirina wan neyê vegotin’ heye an jî îmze avêtine bin îbareyeke wisa?” ji nedîtî ve hatiye dîtin û ev bersiv hatiye dayîn: “Peymanên leşker û personelên profesyonel yên bi peyman: Di çarçoveya Rêziknameya Serbazên Bi peyman ku îstîhdama wan tê kirin ya di Hezên Çekdarî yên Tirk a hejmar 4678’an, Rêziknameya Pisporê Erbaş û Kanûna Pisporê Erbaş ya hejmar 3269’an, Rêziknameya Leşker, Erbaş û Kanûna Leşker û Erbaşan a Peymana Hejmar 6191 hatiye meşandin.”
WEZÎR XWE DEREWÎN DERXIST
Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmza di bersiva ku dabû pêşnûmeyê de ligel ku got: “Heta niha di çarçoveya têkoşîna bi terorê de şehîdên leşkerên bi peyman tuneye” jî di bersiva ku daye heman pirsnameyê de xwe derewîn derxist û wiha got: “Di çarçoveya tevgera ewlehiya hundir a hatiye îcrakirin, di navbera dîroka 3’ê îlona 2011- 26’ê hezîrana 2012’an de 41 profesyonel (subay, astsubay, cendermeyên pispor, leşkerên pispor) şehîd ketine.”
Ji aliyê Fermandiya Giştî hefteya borî daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û dîrok nedan û gotin ji 6’ê îlona 2012’an heta niha 88 leşker mirine û ji vana 54 jî leşkerên profesyonel in.
Li gorî hejmarên Komeleya Gazî û “Şehîdan” a Wezareta Karê Hundir di navbera 16’ê Çileyê 2012’an- 2’ê îlona 2012’an de 150 leşker mirine û ji vana 114 heb dema tevgera Ewlehiya hundir dikirin di pevçûnan de mirine.
Lê di 23’ê tebaxê de hejmara leşkerên û li Şemzînan, Çelê û Elkê di encama çalakiya gerîlaya de miribûn ji rayagiştî hatinbûn veşartin.
LI 57 NAVENDAN SERLÊDANÊN LEŞKERÊN BI PERE TÊ KIRIN
Di 10’ê adara 2011’an de piştî kanûna leşkeriya bi pere hate qebûlkirin ji du deman heta niha nêzî hezar û 500 leşker û sîvîl çek girtine û hejmara serlêdana dawî jî wekî dema sêyemîn dê 21’ê îlonê de bidawî be. Ji bo leşkeriya bi pere Qibris jî di navde di navbera 57 navenda de;
Fermandariya Tugaya Piyade ya Mekanîza 12’emîn, Fermandariya Tugaya Piyade ya Motora 49’emîn a Çewlîkê, Fermandariya Tugaya Piyade ya Motorê ya 10’emîn a Tetwanê, Femandariya 7’emîn Kolordiya Amedê, Fermandariya Tugaya Piyade ya Motora 2’emîn a Licê, Fermandariya Tugaya Komandê ya Çiya ya Colemêrgê, Fermandariya Tugaya 34’emîna Hudutê ya Şemzînanê, Fermandariya Tugaya Piyade ya Mekanîzmaya 70’emîn a Mêrdînê, Femandariya Tugaya Komando a 3’emîn ya Sêrtê, Femandariya Tugaya Zirxî ya 20’emîn aRihayê, Fermandariya Tugaya Piyade ya Motorîze ya 6’emîn Şirnxexê, Femandriya Tugaya Komando ya 4’emîn a Dêrsîmê, Fermandariya Tugaya Piyade ya Motor a 51’emîn ya Hozatê jî cih digire.
ANF NEWS AGENCY