Artêşa Tirk li hemberî HPG’ê têk çû
Jêhat Bêrtî Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Zapê Azad Sîser, got ku piştî tevgera şoreşgerî artêşa Tirk li hemberî gerîlayên HPG’ê bin ketiye. Sîser der barê çalakiya gerîlayan a li hemberî Qereqola Rindikê ya li Colemêrgê de agahî da û diyar kir ku artêş li hember çalakiyên gerîlayan matmayî bûye.
Ji 23’yê Tîrmehê ve gerîlayên HPG’ê gelek herêmên bejahî yên navçeyên Şemizîna-Gever û Çelê yên Colemêrgê xistin bin kontrola xwe. Ji fermandarên HPG’ê Azad Sîser tevgera şoreşgerî ya gerîlayan a li Colemêrgê ji ANF’ê re nirxand.
Sîser bi pîrozkirina cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê dest bi nirxandina xwe kir û got; “Weke tê zanîn ku şerê gel ê şoreşgerî di rojeva tevgera me û HPG’ê de ye. Li ser vî bingehî tevgera me dest bi operasyona şoreşgerî kir. Pêngava yekemîn a operasyona şoreşgerî di 19’ê cotmeha 2011 de li Çelê li hemberî hêzên dijmin bi tevgereke berfireh pêk hat. Tevgera Çelê di nava raya giştî ya navneteweyî de jî dengek berfireh veda. Piştî wê di 19’ê hezîrana 2012 de çalakiyên li Şitazina û Oremarê û di 23’yê Tîrmehê de jî li Şemizînanê, herî dawî di 4’ê Tebaxê de li Çelê operasyonên bi bandor hatin lidarxistin.
Fermandarê HPG’ê da zanîn ku ev operasyonên gerîlayan bi pêvajoya em têde ne ve girêdaye û got; “Beriya Her tiştê, zêdetirê salek e dewleta Tirk di şexsê Rêrbertiya me de, li dijî tevger û gelê me polîtîkayên tunekirinê dimeşîne. Sîstema îşkenceyê ya li ser Rêbertiya me ya ku sînorên tecrîdê jî nas nake, êdî tu hed û hesaban nizane. Dîsa operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê me û nunerên wê yên siyasî hene. Li hemberî gerîlayan operasyonên bi teknîka xurt ên bi armanca tunekirinê tên pêkanîn.”
Fermandar Sîser destnîşan kir ku “dijmin” şerê psîkolojîk dimeşîne û got; “Bi taybet li hemberî gerîlayan propagandaya şerê psîkolojîk dimeşîne. Di zivistana 2011 de ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê hin şehadetên me êbûn. Hewl dan li ser vî esasî vîna gerîlayan têk bibin. Lê di demek kin de aşekere bû ku tiştên ew dibêjin pêk nehatin.”
Azad Sîser der barê taktîk û rêbazên nû yên gerîlayan jî nirxand û got; “Operasyonên şoreşgerî ji bo gerîlayan rêbazek nû ye. Ev 30 sal in em têkoşîneke destanî dimeşînin. Gerîla xwe li gorî şert û mercan û pêvajoyan nû dike, rêbaz û taktîkên xwe li gorî wê diyar dike. Di vê pêvajoya dawiyê de li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî operasyonên şoreşgerî pêş xist. Ji ber wê jî di rêbaz û taktîkên wan de gelek aliyên nû hene.”
Sîser bal kişand ser mînakên van taktîkên HPG’ê û got; “Mînak, dijmin di çalakiyên li Şitazin, Oremar, Şemizînan û Çelê de derbeyên giran xwar. Dîsa qereqol bi rojan di bin dorpêça gerîlayên me de man. Dijmin nekarî ji erdê ve mudaxeleyê herêmên di bin kontrola gerîlayan de bike, êdî nekarî bi rêya hewayî jî erzaq û cebilxane jî ji van qereqolan re bîne.”
Fermandarê HPG’ê Azad Sîser bal kişand ku di 4’ê Tebaxê de li Çelê Tevgera Şoreşgerî ya Arjîn Garzan û Mahîr Başkale hatiye destpêkirin û got; “Di vê operasyonê de hemû hevalan bi fedekariyek bêhempa beşdar bû. Bi taybet fedekariya bêhempa ya 14 hevalên me yên şehîd, hişt ku ev tevger bi ser bikeve. Beriya her tiştê ev oprasyona şoreşgerî operasyona tohildan bû. Ev operasyon ji bo tohildana Arjîn Garzan û 14 gerîlayên jin ên li Garzanê jiyana xwe ji dest dan û Mahîr Başkale yê ku li Erziromê jiyana xwe ji dest da hat pêkanîn.”
Fermandarê gerîla da zanîn ku dema wana dest bi amadekariyên vê operasyonê kirin, ji sedî sed dizanîn ku dê bi ser bikevin û got; “Her çendî hin dezavantaj hebin jî, lê em bi rehetî dikarin bibêjin bi ezim û biryardariyeke mezin, di demek kurt de, operasyona şoreşgerî ya mezin di warê leşker û siyasî de encamên serkeftî bi dest xist.”
Sîser ragihand ku li derdora qereqola Rindikê gelek qereqol hene û ev agahî da; “Li hemberî vê yekê jî operasyoneke wiha berfireh bi serkeftî pêk hat. Ev qereqol bi Çelê ve girêdaye, bi Colemêrgê ve girêda ye. Di vê qereqolê û girên li derdora wê de zêdetirê 200 leşkr hebûn. Her wiha cerdevan jî li vir hebûn.
Ji bilî hejmara zêde ya leşkerên dijmin, sîstema bircan a ji aliyê TOKÎ’yê ve hatiye çêkirin û wesayîtên zirxî hebûn û gelek sîstemên tedbîrgirtinê yên din hebûn. Di warê parastinê de bi awayeke xurt dihat parastin. Me rûxandina wê ji xwe re kiribû hedef. Rûxandina vê qereqolê jî nîşan da ku tu hêz nikare xwe li hemberî hêz û vîna Apocî bigire. Ev yek gelek caran di dîroka me de hatiye piştrastkirin.”
Fermandarê Eyaleta Zapê Azad Sîser diyar kir ku plana wan ji sedî 90 bi serkeftinê encam bûye û wiha got: “Girên girêdayê qereqolan di demeke nêz de hatin bidestxistin û hemû çeperên giran hatin bombebarankirin û yek bi yek hatin kontrolkirin û rûxandin. Her wiha ji gelek aliyan hevalên me ketin qereqolan û hemû çeper, mutbex , cihê raketinê û odeya fermandar bombe kirin. Her cih hate kontrolkirin û rûxandin. Li vir hevalên me çûn ser cenezayên ji 70’yê zêdetir dijminan. Dest danîn ser bi dehan çekan. Ligel 7 wesayîtên zirxî bi hedan çekên giran hatin rûxandin.”
ARTÊŞA TIRK LI HEMBERÎ HPG’Ê TÊK ÇÛ
Sîser destnîşan kir ku bê guman di hedefa vê tevgera şoreşgerî de bi awayekî hemwext li hemberî gelek qereqolan êrîş pêk hat û got; “Weke min gotî me plana îmhakirina hemû qereqolên Rindikê û giran kiribû. Cihên din yên ku me çalakiya hemwext lê pêk anî, Alaya Bîlîcan, Tugaya Çelê ya li navenda Çelê, Qerekola Karataşê û girê wê, Barageha Leşkerî ya Girê, Qereqola Şikêr, Tabura Serêsêvê, Tabura Êriş bû. Bi awayekî gelek bandor li hemberî van qereqol û taburan çalakî pêk hatin. Dive artêşa tirk li hemberî van êrîşa rewşa xwe binirxîne. Ez bi hêsanî dikarim bêjim ku, artêşa tirk li hemberî vê operasyona şoreşger şokek mezin jiya. Piştî çalakiyan û di dema çalakiyan de dijmin bi tu awayî, ne hewayî ne bejayî mudaxale nekir. Bi dehan kilometrekare qad hemû di bin destê me de bû. Em bi rojan li bende bûn ku dijmin derkeve ereziyê lê ceserata wan tune bû. Ev jî têkçûyîna artêşa tirk a li hemberî HPG’ê ye.
Fermandarên artêşê û rayedarên dewletê nekarin vê ji raya giştî re jî aşkera bikin. Gelek qadên stratejîk yên Çelê ji aliyê hêzên me ve hatine girtin. Hê jî dijmin nekare mudaxale bike. Bê çare mane. Tenê xwe diparêzin. Dijmin bi sûran dora qerekolan bigire jî nekare xwe ji îmhayê rizgar bike.”
DEWLETA TIRK BI NÛÇEYÊN DEREW RASTIYÊ VEDIŞÊRE
Azad Sîser diyar kir ku çapemeniya tirk her carê ji rastiyan dûr bi nûçeyên şerê taybet agahiyên şaş dide civakê, lê di rastiya xwe de rewş pir cuda ye. Sîser wiha berdewam kir: “Serokwezîrê tirk der barç hevalek me de ku li qereqola Rindikê çalakiya fedayî pêk anî wiha axivîbû; Zarokên 16-17 salî bombeyan bi bedena wan ve girêdidin û dişînin ser leşkerê me.’ Lê ev hevala ku behsa wê tê kirin dema birîndar dibe di nava komek leşker de bombeya li ser xwe diteqîne. Ev Hevala Jîn Rojhilat e. Dijmin dixwaze vê çalakiya serkeftî reş bike. Ji bo têkçûna xwe veşêre van daxuyaniyan dide. Di vê çalakiyê de hevalên ku şehît ketine temenê wan hemûyan di ser 20’î de ne.
Hevala Jîn Rojhilat ku di vê çalakiyê de roleke gelek girîng dilîst, di nava qereqolê de gelek çeper dirûxîne û wê demê birîndar dibe û bi îradeyeke mezin vê çalakiya fedayî pêk tîne. Dewleta tirk wekî her tim derbeyên giran digire. Derew û dezînformasyon bûye karekterê dewleta tirk.
Bê guman ev şerek e. Dibe ku gerîla şehîd bikevin, dibe ku birîndar bibin, lê ji bo teslîm nebib, xwe di mêjiyê dijmin de diteqînin û mirov vê di çalakiya Jîn Rojhilat de dibînin. 14 hevalên me şehîd ketin. Hemû hevalên me bi ruhê fedayîtî têkoşiyan. Ruhekî gelek mezin bû. Ev ruh, ruhê ku di xeta fedayî ya Apocîtî de tê meşandinê ye. Me di van operasyonên şoreşger de hevalên gelek bi rumet şehîd dan. Heval Delîl Amed ev 20 sal bû li gerîla bû. Di gelek qadan de di nava şer de cih girt. Di vê çalakiyê de wekî fermandar rolek gelek girîng dilîze. Bê fikar û bê teredut bi ser dijmin de çû. Di hundirê Qerekola Rindikê de şehîd ket. Ligel vê heval Jîn Rojhilat, Brusk, Şiyar, Botan, Karwan, Şahîn, Firat, Zinar, Evîndar , Viyan, Zerdeşt bi berxwedana xwe dîrok nivîsandin. Rola van hevalan gelek girîng bû. Nave xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsin.”
EV NÊZÎKATÎ NEGUHERE DÊ OPERASYON BIDOMIN
Sîser anî ziman ku ev salek agahî ji “Rêber Apo nayê girtin” û wiha pê de çû: “Ev nêzîkatiya namerd a li hemberî Serokatiya me bi gerîlayên me re înfîalê diafirîne. Hesasiya me ya herî mezin Rêber Apo ye. Vê nêzîkatiyê bi hevalên me re hêrs û kînek mezin pêk aniye. Dîsa her heval di nava hewldaneke ku ez çawa bibim bersiv de ye. Hewce ye ku em careke din vê bêjin nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, hinceta me ya şer û aşitiyê ye. Heta ku di siyaseta îmha û înkara li hember Rêber Apo û gel de israr hebe dê operasyonên me bidomin.
Gerîlayên me ji her demê zêdetir bi biryar, bawerî û îrade ne. operasyonên şoreşger nîşan daye ku hêza gerîla, qabîliyeta gerîla ya di şer de kat bi qat zêde bûye. Ji vir şûn de bila tu kes hêza gerîla neceribîne.”
ANF NEWS AGENCY