Artêşa Tirk çeteyan derbasî Kobanê dike
A+
A-
SUNDAY, 06 APRIL 2014 10:30
ANHA / KOBANÊ - Komên DAIŞ'ê bi alîkariya Artêşa Tirk derbasî herêma Kobanê dibin û êrîşan pêk tînin.
Artêşa Tirk li hemberî herêma Kobanê ji bo derbaskirina komên çete yên DAIŞ'ê liv û tevgera xwe zêde kiriye.
Beriya çend rojan komeke çete ya DAIŞ'ê ku ji 8 kesan pêk dihat saet di 06.30'an de derbasî gundê Girê Sorê yê 40 km rojhilatî bajarê Kobanê bûn û bi rokêtên RPG'ê baragehên YPG'ê topbaran kirin û şervanên YPG'ê bersiva êrîşê dan. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û yên din ber bi gundê Sosik paşve reviyan.
(he)
Bêjeyên Miftehî artêşa,tirk,çeteyan,derbasî,kobanê,dike