'Artêşa Turan' a Erdogan li kolanên Wanê ye
WAN (DÎHA) - AKP'ê yekîneyên taybet ên di konsepta şer a ji bo îktîdara xwe daye destpêkirin bi kar tîne li Kurdistanê aktîf kiriye. Tîmê taybet li kolanên Wanê terorê dimeşînin li ser dîwarên kolanan bi nivîsên "Artêşa Turan" û "Em hatin hûn li vir in" gef li gel dixwin. Her wiha di van demên dawî de wesayîtên zirxî yên bêplaqe bi marka Ford Ranger ku li Kurdistanê operasyonên înfazê pêk tînin li Wanê zêde tên dîtin.
AKP ji ber di 7'ê hezîranê de nebû îktîdar şerê qirêj xist dewrê û di demek kurt de bi sedan welatiyên sivîl hatin kuştin. Bi taybetî li Kurdistanê cihên ku rêveberiya cewherî lê hatin îlankirin dewletê teror meşand. Ji van bajarên ku dewletê teror lê meşand yek jê Wan e. Li Wanê çalakî hebe tune be hêzên taybet li nava kolanên Wanê digerin û bi wesayîtên zirxî bi ser malan de digirin. Wekî gelek bajarên Kurdistanê li Wanê jî wesayîtên zirxî yên bêplaqe bi marka Ford Ranger ên di operasyonên înfazê de tên bikaranîn digerin. Her wiha tîmên taybet li ser dîwarên ku taxên bi ser de digirin bi nivîsên "Artêşa Turan", "Tîmên taybet li vir in" û "Em hatin hûn li vir in" gef li gel dixwin û li ser dîwar û deriyê gelek malan şûna guleyên wan hene.
Ekîba taybet a bi Ford Rangerê digerin
Wesayîtên reş û bêplaqe bi marka Ford Ranger li Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Gever û Rezanê welatiyên sivîl înfaz kirin di van rojên dawî de li taxên Xaçort, Karşiyaka, Yenîmahalle yên Îpekyoluyê û taxa Şehîd Firat û Suphanê yên Artemêtanê tên dîtin. Ev wesayîtên înfazê yên ku her yek ji wan 4 kes lê siwar tên di derengiya şevê de bi hev re digerin. Ev ekîba ku tê îdiakirin ji polîsên din cuda tevdigerin û fermanê rasterast ji navendê digirin. Hat ragihandin ku ev ekîb li otelên luks û restorantên luks ên Artemêtanê dimînin.
'Em van wesayîtan li cihên komkujî lê hatine kirin nas dikin'
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Haiyet Şahîn diyar kir ku bi hatina ev yekîneya taybet re gel rasterast hedef tên girtin. Şahîn da zanîn ku dewletê di salên 90'î de bi "Torosên spî" bi hezaran cînayet pêk anîn û niha jî bi konsepta şerê taybet ev hêza sûc li Kurdistanê xistine dewrê. Şahîn anî ziman ku ew li hemberî komkujiyan têdikoşin û wiha axivî: "Hêj fêm nekirine ku nikarin vî gelî bi komkujiyan tune bikin. AKP kujerên wekî Sedat Peker dîsa dişîne Kurdistanê. Wê vê yekê bikin. Çawa ku gelê Nisêbîn, Cizîr û Farqînê li hemberî van kujeran bûn bersiv, wê Wan jî bersiva van bidin wan."
'Divê gelê me baldar be'
Şahîn bilêv kir ku bi taybetî welatiyên li taxên ku bi êrîşên polîsan re rû bi rû dimînin bladr bin û wiha pê de çû: "Welatiyên ku ev wesayîtan bibînin nila demildest agahiyê bidin me. Ji ber ku ev ekîb rasterast sivîlan hedef digire. Destê me wê her tim di qirika van kujeran de be. Em ê nehêlin ku li vir komkujiyê pêk bînin."
(wk)