Artêşbûna jinê garantiya azadiya jinê ye
LİZGE DERSİM - BEHDİNAN 08.11.2013 07:55:43 Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di 20’emîn salvegera artêşbûna jinan de axivî û got pêvajoya bi artêşbûna jinê dest pê kir, îro li her qadê gihiştiye asta rêxistibûnê.
Avesta bi wesîleya 20’emîn salvegera artêşbûna tevgera jinan a kurd de axivî. Avesta balkişand ser ku artêşa jinan çawa ava bû û got: “Hemû artêşên heta îro hatine avakirin ku saxlemkirina deshilatdariyanbû, ji bo ku cihên serdestan saxlemtir bibe û bê parastin hatine avakirin. Hemû artêş li ser zihniyeta serdest ya mêr hatine avakirin. Artêş saziyeke şîdet û pevçûnê ye. Her tim di destê serdestan de bûye û gel pelçiqandiye. Ji ber vê jî dema artêş tê gotin mêr tê hişê mirovan. Di artêşa tirk de jî ev serdeste. Ji ber vê jî her tim li dijî van hêzên zextxwar pêwistî bi hêzên anlternatîf heye. Lê cihên ku demokrastî û wekhevî hebe pêwistî bi artêşê nîne. ji ber hêz û serdestê di destê mêran de bû, jin her tim hatiye pelçiqandin. Serokatiyê ev dît. Ma çima hêz di destê mêr de be? Artêşbûna jinê di esasa xwe de tê wateya parvekirina hêz û rayeyê. Niha di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jin xwedî cihekî girînge.
Rêber Apo di têkoşîna xwe ya 40 salî de her tim got bê jin şoreş nabe û lê bi jina heyî jî şoreş ne mumkune.di mijara şoreşa jinê de pir kur bû. Artêşbûna jinê jî encama nirxdayîna rola jinê ya Rêber Apo ye.”
Sozdar Avesta di berdewamiya axaftin xwe de wiha got: “Li Kuristanê zêde zemîna vê tunebû. Lê em dikarin bêjin ku ev şert û merc bi hewldana Rêber Apo hate afirandin. Bi têkoşîna PKK’ê re zemînek hate avakirin.Rojhilata Navîn navenda şoreşa jinane. Li vê erdnîgariyê bi sedan salî hîmê jiyaneke wekhev û azad hate avakirin. Lê di 5 hezar salên dawî de jin ji dîrok, civakê hate durxistin. Rastî zext û zordariyan hat. Li Kurdistanê zarokê keç hatin firotin û wek metayekê lê nihêrtin. Bi pêşengiya Rêber Apo, di tevgera me de girîng dan jinê.”
15’Ê TEBAXÊ DE GULE BERDAN KOLETIYA JINÊ
Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêşveçûna zemîna artêşa jinê û şoreşa jinê de keda Turkan Derîn, Besê Anuş û bi dehan jinên din yên di destpêka tevgerê de tevli bibûn heye. Dîsa rola hevala Sara û hevalên din yên di 12’ê îlonê de li dijî faşîzmê berxwedan gelek gelek girîgne. Piştre di 15’ê Tebaxê de pêvajoyek pêşket. Di esasa xwe de guleya yekemîn li koletî, bêbawerî, ji rastiyê durketinê, a jinê hat barandin. Di vê pêvajoyê de tevlibûna jinan her ku çû zêde bû. Di salên 85-86’an de jin di nava HRK’ê de xwedî cihekî girîng bûn. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me şehîd ketin. Mînak Çîçek Selcan, Rahîme Kahraman, Afîfe Sakîk kesayetên girîng yê vê têkşînê bû.
ARTÊŞBÛN RÊXISTINBÛNA FEDAYÎTÎ Û KEDA JINÊ YE
Piştî 15’ê Tebaxê derket holê ku jin dikarin bibin hêzek. Rêber Apo ev dît û di nivîsên xwe de ev her tim anî ziman. Li Akademiya Mahsum Korkmaz û navendên perwerdehiyê bi jinan re hate cem hev. Yek bi yek eleqeder bû. Her tim di nava nêzîkatiya ji bo pêşveçûna şoreşa jinê divê jin di her qada jiyanê de cih bigire. Di salên 90’î de tevlibûna jinê zêde bibû. Fedekarî û daxwazî pir mezin bû lê bê îdia û rêxistinbûn. Keda jinê nedihat dîtin. Artêşbûn rêxistibûna ked û fedayitiya jinê bû.
Di navbera 91-92’an de şerekî mezin rû da. Li dijî Îxanet û hevkariyê şer pêş ket. Me li qada başûr bi KDP û YNK’ê re şerekî mezin meşand. Piştî serhildanan hejmara me zêde bibû. Nîvê ARGK’ê jin bû. Dijmin digot emê wan bi destan bigirin. Nêzîkatiyên wa yên feodal hebûn. Qanûn derxistin ku, peşmerge pir tevli şer bibin. Armanca wan darbeyê li jinan bikin. Şerê mezin dan. Hêzên derve û NATO jî tevli hebû. Lê berxwedan me neşikandin. Jinan berxwedanek mezin nîşan dan. Di vî şerî de wekê tê zanîn hevala Bêrîtan li dijî wan berxwe da û bû sembol.
Hewldana hevala Berîvan (Binevş Egal) gelek girîng bû. Rêxistibûna ku hevala berîtan afirand bi şehadeta wê mezin bû. Jinan peşengî dikir. Lê wê demê Ferhat û Zekî ku berxwedana gerîla û gel di asta herî jor de dimeşiya, ketin nava nêzîkatiyên çetevaniyê. Her duyan nedixwest jin di artêşê de cih bigirin. Ferhat dixwast jinan bigire bin serdestiya xwe û Zekî jî digot ger tu nebî malê min ez dê te ji artêşê bavêjin. Li ser vê Rêber Apo di 1993’an de meha mijdarê de artêşbûna jinê îlankir.”
Avesta da zanîn ku serokatî li ser jinan ket nav lêgerÎnê û her ku tevlibûna jinan pêşket wekhevî, îrade û demokrasî pêk hat û got: “Tevger bi hêz dibe. Di nava tevgerê de wekhevî pêşket. Dema artêş hat îlankirin noqokî hatin jiyîn. Hem jin û hem mêr erênî nêz nebûn. Digotin ji xwe artêşek heye, ew jî RGK ye. Digotin du artêş nabin. Di ARGK de jin pirbûn lê hêz tunebû. Fermandar bi awayekî feodal nêzî jinê dibûn. Wek namusê dîtin. Destur nedidan tevli şer bibin. Di warê fîzîkî de jin hilbijartin û dibirin. Wek hev nedigirtin dest. Jin di wê pêvajoyê de bixwe nebawer bun. Jinan digot em bi tena serê xwe nekarin şer bikin. Digotin ger em ji mêr qut bibin emê derkevin derveyê şer. Dema artêş hat îlankirin derfet pir kêm bûn. Hejmara kesên xwenda pir kêm bû. Tecrubeya ku li çiyê bê jiyîn tunebû. Vê jî zehmetî bi xwe re anî. Di ser de 20 sal derbas bû. Êdî mîrateyeke bi hêz a girîng heye.
Avesta da zanîn ku artêşa jinan bi qasî ku li Kurdistanê hewldaneke yekemîn bû li cîhanê jî wek tevgereke nû û jiyanek nû tê dîtin û vê hêz, hişmendî û têkoşîna jinê pêş xist.
Avesta diyar kir ku taybetiya herî mezin a serokatiyê nêzîkatiya wî ya li dijînan e û têkoşîna azadiya jinê jî di encama hewldana Rêber Apo de derketiye holê. Avesta got li Kurdistanê bi artêşbûna jinê re beriya her tiştî bi jinan re hişmendî hat avakirin û jin li ser zemîna xwe pêşde çû û bû aydê xwe.
Avesta di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Artêş jinan di dîroka kurdan de cihekî girîng digire. Tu kes ji ber xwe çekan nagire û naçe çiyan. Derketina çiyan ne bê zanebûn pêkatiye. Berovajî vê heta jin tevli bûne gelek zehmetiyên mezin kişandine. Bi tena serê xwe bûne şoreş, şoreş ava kirine. Ev bû 20 sal. Lê 20 wisa hêsan derbas nebû. Zor û zehmetiyên mezin hatin kişandin. Me gelek heval şehîd dan. Bi qasî ku şehîdê çêbûn, hêzek mezin me jê girt. Tevlibûn zêdetir bûn. Îro di artêşa me hevalên me yên ku di sala 1993’an de ji dayik bûne hene. Kesên di dema îlankirina artêşê de tevlibûne îro fermandariyê dikin. Artêş bi van hevalan didome. Hevala Berîtan bi hezaran fermandar afirand.
LI ROJAVA YPJ LI ROJHILAT HJRK BERXWE DIDE
Avesa axaftina xwe wiha domand: “ Di Hamleya Şerê gel ya Şoreşger de rola jinan mezin bû. Şerê gel yê Şoreşger bi pêşengiya jinan pêş ket. Hevalên Çiçek Botan, Rojin Gevda, Arjin Garzan, Revan, Nergiz, Ezda, Beritan, Berwar û bi dehan heval şehîd ketin. Di 2011’an de îtîfaqa ji Îran, Tirkiye û hêzên derve pêk dihat xwestin îradeya gelê kurd bişîkin û tasfiye bikin. Di 2011’an de şerê qendîlê jî bi pêşengiya jinan pêk hat. Wek HJRK’ê asta qehremaniyê afirandin. Hevala Sarya û Evîndar bi hêzek mezin tevli bûn. Şehadest hatin jiyîn. Israra azadiya jinê hat ispatkirin.niha li Rojava YPJ berxwedaneke mezin derdixe holê. Jin berbi azadiya xwe ve diçin. Li dijî çeteyên El Qaîde û El Nusra têdikoşe. Ev gelek bi wateye.”