1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asayîş: êrîşkar ji misir, tunus û erebîstanê ne, 3 hatine girtin
Asayîş: êrîşkar ji misir, tunus û erebîstanê ne, 3 hatine girtin,asayîş,êrîşkar,ji,misir,tunus,û,erebîstanê,ne,3,hatine,girtin

Asayîş: êrîşkar ji misir, tunus û erebîstanê ne, 3 hatine girtin

A+ A-

Hawarnews/QAMIŞLO – Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku kesên li bajarê Qamişlo êrîş pêk anîne, ji Misir, Erebîstana Suudî û Tunusê hatine, 4 ji wan mirine, 3 jî hatine girtin. Asayîşê destnîşan kir ku di êrîşê de 7 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa çeteyan a ku îro li bajarê Qamişlo pêk hat de, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêvebera Asayîşa Giştî Ayten Firat di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êrîşên li ser avahiya şaredariya Qamişlo pêk hat, li dijî gel û merheleya niha tê de derbas dibin, destkeftiyên gelê herêmê pêk hatiye.

Ayten Firat, destnîşan kir ku piştî lêkolînên wan kirine şeklê êrîşê diyar buye û ev agahî dan: "Kesên êrîş pêk anîne 4 kes in û ne ji vê herêmê ne. Ev 4 kesên ku mirine, ji Misir, Erebîstana Suudî û Tunusê ne, girêdayî komikên terorîstî ne. Li ser laşê wan cihê derziyên hişbir hene. "

Ayten Firat, anî ziman ku di encama vê êrîşa hovane de 4 êrîşkar mirin û 5 sivîlên ku 3 ji wan jin in, jiyana xwe ji dest dan. 2 welatiyên ku yek ji wan jî jin e û birîndar bibûn jî li misteşfê jiyana xwe ji dest dan.

Ayten Firat, da zanîn ku wan di dema êrîşê de 3 êrîşkar girtine û lêpirsîna wan didome. Ayten Firat anî ziman ku encama lêpirsînê û detayên êrîşê wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Ayten Firat, ji malbatên welatiyên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwest.

Ayten Firat ji welat jî xwest ku li hemberî kesên bi guman hişyar bin û agahî bidin asayîşê.