Asayîşa Hewlêr: DAIŞ'ê xwest polîtburoya YNK`ê biteqîne
HEWLÊR/ROJNEWS Rêveberiya asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekî çapemeniyê de hûrîtiyên derbarê teqîna li Hewlêrê de eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 9 kes hatine girtin û wan kesan xwestine polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî biteqînin.
Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekî çapemeniyê de girtina grûbeke 9 kesî ku destê wan di teqîna 19’ê Mijdarê ya li Hewlêrê de hebû ragihand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ew grûb ji 9 kesan pêk hatiye. Destê wan di teqîna Hewlêr û Kerkûkê de hebûn. Van kesane xwestine li Silêmaniyê jî teqînan encam bidin.”
Rêveberiya asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Vê grûba terorîstî xwestin polîtburoya YNK’ê li Silêmaniyê û navendên PDK’ê yên li Hewlêrê biteqînin. Di nava 9 kesên hatine girtin de, 3 kurd jî hene.”
Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku di nava wê grûbê de berpirsê leşkerî yê terorîstên DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Heysem jî hatiye girtin.
Roja 19’ê Mijdarê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê teqînekî întiharî rûda. Di encama wê teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji destdan û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bibûn.
Nav û wêneyê kesên hatine girtin:
Zeydûn Hemûd Yasîn (Ebû Heysem)
Senger Mecîd Ebdulah (Piştûyan) - Kurde
Hesen Fazil (Ebû Abdulrehman)-Kurd
Dilşad Semîn Cebar (Ebu Aye)-Sala 1989 li bajarokê Kelar ê başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye-Kurd
Yehya Ebdullah (Ebû Heyder)
Cemal Mezher Mesûd (Ebdullah)
Mihemed Abdulah Ellawî (Emced)
Ehmed Ednan Hesen (Samî)
Ehmed Mehmûd Hûsên (Semîr)